Parlamenterê HDPê dest ji siyasetê berdide

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqerê Sirri Sureya Onder got, di siyasetê de dema wî ya dawî ye û dê siyasetê bi rêya sînemayê bimeşîne.

22.05.2017, Pts - 08:01

Parlamenterê HDPê dest ji siyasetê berdide
Nuçe Belav bike

Parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder ji rojnameya Birgun a tirkî re ragihand ku wekî çalak , di siyasetê de dema wî ya dawî ye û sê senaryoyên wî yê sînemayê hene û dê ji niha pê de siyaseta bi rêya sînemayê bike.

Sirri Sureya Onder wiha got:"Di siyasetê de serdema min a dawî ye. Ji niha û pê de ez dê siyaseta xwe bi sînemayê berdewam bikim. Niha sê senaryoyên min hene. Ez hêvî dikim ku di warê filmên siyasî de bi danehevên xwe berhemên baş derbînim."

Onder amaje bi vê yekê jî kir ku siyaset parçeyek mezin a jiyana wî ye û wiha domand: “Tiştê ku herî zêde ez pê serbilind im ew e ku min têkoşîna siyasî ya Kurdan ji nêzîk ve nas kir. Ev heyam di jiyana min de ya herî ez pêşxistim e, û ez pê şanaz im.”

Di berdemiya axaftina xwe de Onder destnîşan kir ku xelkeke bindest in û têkoşîna wan motîvasyonek mezin da wî û lewma ew deyndarê Kurda ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:22:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x