Parlementeriya Irmak û Baydemir hat betalkirin

Parlementeriya parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan Selma Irmak û Osman Baydemir hat betalkirin.

20.04.2018, Cum - 05:52

Parlementeriya Irmak û Baydemir hat betalkirin
Nuçe Belav bike

Li gorê agahiyên ku rojnamevan Nergis Demirkaya parvekirin: Ji ber ku biryara dozgeriyê ya di derbarê Baydemir û Irmak de bi encam bû, teskereya di derbarê wan de hat parlementoyê û parlementeriya wan hat betalkirin. Parlementerê Rihayê Osman Baydemir û parlementera Şirnexê Selma Irmak ji îro şûnve ne parlementer in.

Bi biryarê re jimara parlementerên HDPê ku parlementeriya wan hat betalkirin derket 11an. Hejmara parlementerên HDPê yên li parlementoyê daket 48an.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 894 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:47:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x