Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, ku postê serokomar her tim di çarçoveya lihevkirin û yeksaniya hêzên Kurdistanê de hatiye yekalîkirin. Ewa ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) îcar kir, têkdana vê lihevkirinê bû.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî civîna polîtbûroya xwe ya siyasî ya bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî, di derbarê pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê û hilbijartina serokomar de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku em vê postê û şêwaza danîna wê ya vê carê, wek nûnertî û para gelê Kurdistanê qebûl nakin û deriyek vekir ku xelkên din li ser vê para me biryarê bidin, ne nûnerên gelê Kurdistanê.
Di derbarê pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê de Serok Barzanî dibêje: “Pêngavên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê bi hurgilî dinirxînin û dê di dema xwe de biryarê bidin.”
Roja sêşemê Fûda Hisên wek berbijêrê PDKê, Berhem Salih wek berbijêrê YNKê û çend berbijêrên din ji bo postê serokomariyê ketin rikberiyê. Paşê di gera duyem a dengdanê de li ser vekişîna Fûad Hisên ji berbijêriya wê postê, Berhem Salih piraniya dengên li Parlamentoya Iraqê bi dest xist û di dîroka Iraqê de bû Kurdê sêyemîn, ku postê serokomariya wî welatî werdigire.