Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) li derbara Bloka Kurdî li ser hilbijartinê daxuyanîyek belav kir.
Daxuyanîya PSK:
Xala serekî ya rojeva cîvina Meclîsa Partiya me, ku di 28-29 Avrîla sala 2018’an da pêkhat, destnîşan kirina halwesta partîya me bû, di hilbijartina Meclîs û Serokkomar da.
Meclîsa Partiya me paş gengeşî, biryar daye, ku bername û protokolê, li ser vê tê axaftin û gengeşî kirine ku Hereketa Azadî, PAK, PSK, PDK-B, PDK-T û HAK-PAR ji bona yêkxistina halwestên xwe derbareyê hilbijartina Meclîs û Serokkomariyê amade kiribûn, îmza bîke.
Herwekî tê zanin, di 30 Avrîla sala 2018’an da her şeş partî û rêxistinên siyasî dicîvin û biryara xwe ya dawî ya li ser bername û protokolê hanê didin û bo bîr û rayê giştî radigihînin.