Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku êzidiyên resen dê biraya çarenivîsa xwe bidin, kes nikare êzidiyan ji Kurdistanê cuda bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta 24emîn salvegera damezrandina Navenda Çandî û Civakî ya Laleşê peyamek weşand û pîrozbahî li hemû karmendên navendê û kurdên êzidî kir û got: "Ez karên we yên ji bo parastina resenî û taybetmendiyên êzidiyan bilind dinirxînim."
Barzanî destnîşan kir ku kurdên êzidî beşekî giring ê berxwedana gelê kurd bûne û got: "Ew plan û şerên ji bo qirkirin û tunekirinê hatine kirin, nekarîne êzidiyan ji nav bibin. Dirindetiya DAIŞê û karê ne mirovane ya vê grûba terorîstî, dagirkirina wan a Şingalê nekariye bandore liser rêveberiya we bike. Hevşêweyê birayên xwe yên Pêşmerge, we berxwedaneke bi lehengî kir. Ev peyamek bû ku tu hewlek nikare êzidiyan ji Kurdistanê veqetîne."
Serokê Herêmê herwiha da xuyakirin ku dê kurdên êzidî ji aliyê Pêşmerge ve werin parastin û ev peyam da: "Koçberên êzidî dê vegerin cihên xwe, deverên wan dê werin avakirin û êzidiyên resen bixwe dê biryarê li ser çarenivîsa xwe û navçeya xwe bidin."