Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî got, ew amade ne li ser bingehê destûrê gotûbêjê bo pêkanîna hikûmeteke hevbeş bikin. Barzaznî herwiha got jî ew daxwazê ji hemû aliyan dike ku nakokiyên navxweyî bidin aliyekî ji bo gelê Kurdistanê tevbigerin.
Piştî ku Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlementoya Iraqê ragihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî PDKê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina partiya xwe tevahiya endam, alîgirên PDKê û gelê Kurdistanê pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir di vê heyamê de serkeftineke mezina demokratîk a PDKê gelek watedar e, wiha axifî: “Ev serkeftin berhema xebat û têkoşîna PDKê ya li Herêma Kurdistanê û hewldana parastina mafê netewî yê gelê Kurd ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve ye.”
Barzanî da xuyakirin ku serkeftina di van hilbijartinan bo PDKê gelekî watedar e û daxwaz kir, ku danûstandin li gor destûr û avakirina hikûmeteke hevbeş bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li Iraqê.
Cîgirê Giştî yê Serokê PDKê spasiya tevahiya xelkê Kurdistanê kir, ku beşdariyeke mezin li ser asta Iraqê tomar kirin û mafê xwe yê demokratîk bikar anîn û daxuyakirin ,ku wê nûnerên serkeftî yên PDKê, wek hemî caran, pêbend bin bi armanc û xwîna şehîdan û wê berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin û di heman demê de berevaniyê li mafê tevahiya xelkê Iraqê li nav parlamentoya Iraqê bikin.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji tevahiya aliyan kir, ku pirsgirêk û nakokiyên navxweyî bidin aliyekî got, ji bo berjewendî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, ji bo rûniştin û danûstandinê bo danîna karnameyeke hevbeş, bo beşdariyeke xurt a Kurdistanê ,di hikûmeta bê ya Iraqê de, bila hemû alî xwe amade bikin.