Hat zanîn ku serokwezîr Nêçîrvan Barzanî rizamendî li ser îstifaya 3 wezîrên hikûmetê nîşan daye.
Hikûmeta Kurdistanê ragihand, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îstifaya her sê wezîrên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pesend kiriye lê ji wan re gotiye, divê li ser karên xwe bimînin heta li şûna wan kesên din hatin destnîşankirin.
Roja 16 meha borî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi hêceta ku hikûmeta Kurdistanê sozên wê partiyê bicîh nehaniye, ji hikûmetê vekişiya.
Piştî wê biryarê, wezîrên Yekgirtû jî îstifaya xwe pêşkêşî serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiribû.
Pişka Yekgirtû li kabîneya hikûmetê de 3 wezaret bû: Wezareta Kar, Wezareta Veguhestin û Gihandin, Wezareta Koç û Koçberan.
Beriya Yekgirtû, Gorran û Komela Îslamî jî ji hikûmetê vekişiyabûn.