Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn Kurdistan di warê aborî û bazirganiyê de ber bi qonaxeke nû ve diçe. Barzanî got:"Di van demên dawî de sermayedarên biyanî vegeriyane Kurdistanê û dest bi tevgerên xwe yên bazirganî û weberhênanê kirine."
Serokwezîr Barzanî tevli heyetek bixwe re li Hewlêr Paytaxta Herêma Kurdistanê beşdarî oteleke nû ya 5 stêrk bû. Otela ku aîdî kompanya Rotana holdingê ye dora 40 milyon dolaran de pere lê hatine xerçkirin. Wezîrê Tûrîzmê yê Lubnanê Avîdîs Gînadiyan, berpirsên kompanyayên mezin ên lubnanî jî di seramoniya vekirina otêlê de amade bûn.
Neçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di seramoniya vekirina otelê de got:" Herêma Kurdistanê hingî ku bixwe bawer e, di warê aborû bazirganiyê de gelek gavên pêş ve avêtine" Her Barzanî da zanîn di demeke nêzîk de dê Herêma Kurdistanê ji vê qeyrana ku tê de ye rizgar bibe. Barzanî got:"Herêma Kurdistanê niha ber bi qonaxeke nû ve pêngavan dihavêje, sermayedar û weberhênerên biyanî cardin vegeriyane Herêma Kurdistanê."