Serokwezîr Barzanî: Kurdistan, bi Bexdayê re dê bibe cîranekê baş

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re dê bibe cîraneka baş.

24.05.2017, Çar - 13:53

Serokwezîr Barzanî: Kurdistan, bi Bexdayê re dê bibe cîranekê baş
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî konferansa bi navê "Herêma Kurdistanê li Hember Du Rêyan" ya li Zanîngeha Kurdistan a Hewlêrê bû, k udu roj dewam bike. Barzanî eşkere kir ku serxwebûna Kurdistanê dê hemû aliyên kurd kom bike û armanca wan jî referandûma serxwebûna Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku teror gefeke navdewletî ye û herkesî li xwe digire û bal kişande ser wê yekê ku kurd li beramberî gefên terorê xweragir bûn.

Barzanî behsa statûya Herêma Kurdistanê kir û destnîşan kir ku pêwîst e qonaxa bê, qonaxa binyadkirina neteweyî be.

Barzanî got: "Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bibe cîraneka baş, dê ji peywendiya wekî di navbera kirêdar û xwedan xanî de baştir e. Peywendiyên niha ne ji bo Kurdistanê ne ji bo Bexdayê baş e. "Em nabêjin serxwebûn dê bibeçareseriyeke efsûnî ji bo hemû kêşeyan lê dê bibe destpêka rêyeke rast".

Serokwzîr bal kişand li ser vê yekê jî ku ev firsenda niha ketiye destê kurdan ti caran çênebûne û got, rojên zehmet xilas dibin û divê hemû alî xwe ji qonaxa paştir e amade bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:39:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x