Derket holê ku sekreterê giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsiye û jê re gotiye, ez heta hebim ezê bi malbata Barzanî re dost bimînim.
Nameyeka Mam Celal ketiye destê BasNewsê ku havîna sala 2012 li Almanya ji Serok Barzanî re nivîsiye.
Talebanî di nameyê de him “wek birayekî” gazin kiriye û him jî “wek birayekî” lêborîn xwastiye.
Talebanî, ku wê demê serokomarê Iraqê bû, di nameya xwe de gotiye,“biryara min ya dawî ew e ku heta hez hebim bi malbata Barzanî re dost û hevxebat û aş bim”.
Naveroka nameya Talebanî, ku bi helkefta salvegera damezirandina PDKê hatiye nivîsandin, wiha ye:
Birayê min yê xoştivî cenabê Serok Mesûd Barzaniyê birêz…
Silaveka biratî û germ…
Cejna we li we û malbata serbilind ya Barzan û hemû endam û alîgir û pêşmergeyên PDKê pîroz be.
Vê nameya min him wek nîvgazineka birayane û him jî wek lêborîn xwastineka birayane qebûl bikin.
Birayê hêja! Biryara min ya dawî ew e ku ez heta hebim bi malbata Barzanî re dost û hevxebat û aş bim. Ezê nehêlin ev bi ti awayekî xirab bibe. Dema min hinek gotinên cenabê te dibihîst min ji hevalan re digot ege Kak Mesûd hevpeymaniya stratejîk (di navbera PDK û YNKê de) hilweşîne ezê daxwaza nûkirina wê bikim, eger derî li ser me bigire emê ji pencerê re herin ba wî!
Mesele bi kurdî û kurtî ev e…
Eger em qebûl bikin ku gazina cenabê te li ser mijara Malikî rast û rewa ye wê çaxê mafê min heye ku ez bêjim “vê yekê bi biratiya me bibaxşîne, bi yek ji wan başiyên ku me kirine, reş bike”. Min efû bike û dewsa wê li nav dilê xwe de reş bike bila dîsa em mîna berê bin. Vê helbestê jî ji min qebûl bike ku bo Şêxê Tem hatiye nivîsandin:
Heyf e çawê ke cefa kollewejî tê deşkan (Mixabin e ew çavê ku bi dara cefayê hatiye birîndarkirin)
To be kilçêwkî wefa eynî gellawêjî nekey (Tu bi wefaya xwe dîsa mîna Gelawêjê geş nekî)
Ez hêvîdar im di nav dilê te de cihê me her bimîne û her bijî bo birayê xwe yê dilsoz
Mam Celal