Tirkmen û Xristiyan ji bo aliyên siyasî yên Kurdistanê daxwaza lîsteyeke hevbeş dikin

Pêkhateyên tirkmen û xristiyanên li Herêma Kurdistanê ragihandin ku ew jî wekî PDK û YNKê difikirin ku divê hemû partî û aliyên siyasî yên pêkhate û neteweyên li Herêma Kurdistanê bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bibin.

11.01.2018, Per - 08:26

Tirkmen û Xristiyan ji bo aliyên siyasî yên Kurdistanê daxwaza lîsteyeke hevbeş dikin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Kurdistan24ê serokê berê yê Fraksiyona Tirkmenan li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf di derbarê mijarê de got, "Em girîng dibinin ku hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin û yekrêziyê pêşniyar dikin."

Hat diyarkirin ku di heman demê de pêkhateya xristiyanên li Herêma Kurdistanê jî pêşniyar dikin ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin.

Parlamentera xristiyan ya li Parlamentoya Kurdistanê Wehîde Yeqûb anî ziman ku ew jî girîngiyê didin lîsteyeke hevbeş a ji bo beşdarbûna hilbijartinên Iraqê û got, "Her çi qas heta niha biryar nehatibe girtin ku pêkhateyên Kurdistanê bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinên Iraqê bikin jî, ji bo vê yekê guman heye. Eger em hemû bi lîsteyeke hevbeş beşdarî gilbijartinan bibin, hêza me dê zede bibe û em dê karibin bi yekdengî guftûgoyan li gel Bexdayê bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:20:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x