Yekgirtû bi merc biryara mana li hikûmeta herêma Kurdistanê da!

Yekgirtûy îslamî be merc birryarî manewey le hkûmetî herêmî kurdistanê da, lê 21 roj molet da hikûmetê ku daxwazên wan bicîh bîne.

24.12.2017, Paz - 09:12

Yekgirtû bi merc biryara mana li hikûmeta herêma Kurdistanê da!
Nuçe Belav bike

Berdevkê fermî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hadî Elî, biryarên civîna duh 23.12.2017ê ya encûmena cîbicîkar a partiya xwe xwend û ragehand: ‘’Civîn daxwaz dike lijneyek li parlamentoya Kurdistanê pêkbê bo pêdaçûn û lêpirsîn li bûyerên çend rojên borî li bajar û bajarokên Kurdistanê pêkbîne, ku tevgera sivîl û aştiyane ya wan bûyeran ji rê derxistin.’’

Herwaha got, pêwîste lijne bi cidî kar bike bo azad kirina kesên girtî û aşkera kirina wan destên ku di xwepêşandanan de rê derxistin pêkanîne jî bike.

Derbarê helwêstê Yekgûrtû bo vekêşîna ji hikûmetê de jî hate ragehandin ku: ‘’Me baş zanî ku, Yekgirtû helwêst di berjewendiya başkirina jiyana hemwelatiyan de bigre û biryar hate dayîn ku heta 15ê meha 1 a 2018ê molet ji hikûmetê re bide û şandeke Yekgirtû jî daxwazan xwe radestî hikûmetê bike û eger hikûmet ti bersiveke erênî li hember wan daxwaza nede, wê demê wek Yekgirtû em helwêstê dê zelal bikin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:21:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x