Biryare roja Çarşemê 17.1.2018 encûmena serkirdayetiya YNK bi serpiriştiya cîgirê sekreterê giştî Kosret Resûl dê bicive, di civînê de roja lidarxistina kongereya YNK tê destnîşankirin.
Li gor zanyariyên çavkaniyekî bilind dest bi BasNewsê ketiye, civîna serkirdayetiya YNK taybet bi destnîşankirina kongreya YNK ye, herwiha hat zanîn ku, pêwîste kongreya YNK berî hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê û parlamentoya Iraqê were encamdan.
Berî niha endamê polîtburoya siaysî û berpirsê mihwerê Germesêrê ya hêzên pêşmerge Mehmûd Sengawî ji BasNewsê re ragehandibû YNK meheke din kongreya xwe ya 4ê li dardixe.