Yekem karwanê heciyan ber bi Herêma Kurdistanê ve birê dikeve

Piştî cibicîkirina ferîzeya hecê, yekem karwanê heciyên Kurdistanê îro danê sibê ji Erebistana Siûdî ber bi Herêma Kurdistanê ve bi rê ket.

03.07.2023, Pts - 05:36

Yekem karwanê heciyan ber bi Herêma Kurdistanê ve birê dikeve
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Hec û Umreyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, îro yekem karwanê heciyên Kurd ji Mekkeyê diçe Medîneyê û ji wir ve ber bi Herêma Kurdistanê bir dikeve.

Li gorî agahiyan, îsal 37 hezar welatiyên Iraqê ji bo pêkanîna ferîzeya hecê çûne Erebistana Siûdî ku ji wan 4 hezar û 685 welatiyên Herêma Kurdistanê ne.

Roja 10.06.2023 yekem karwanê heciyên Herêma Kurdistanê bi rêya bejayî gihişte Erebistana Siûdiyê û piştî du rojan jî, yekem karwanê heciyên Kurdistanê bi rêya asmanî gihîşt bajarê Mekkeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:52:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x