Ev Peyman, Kurdan dixe Bin Qeyd û Merbetan!

11.03.2025, Sal - 14:04 [ Güncellenme: 11.03.2025, Sal - 14:05 ]

Ev Peyman, Kurdan dixe Bin Qeyd û Merbetan!
Nuçe Belav bike

Di 10ê Adara 2025 an de, di navbera Mazlûm Evdî û Serokkomarê defakto yê sûrîyeyê de peymanek hat belavkirin. Di destpêka peymanê de, li ser sebebên îmzekirina peymanê“ de dihat gotin ku:

“Li ser bingeha hevdîtina navbera Birêz Serokkomar Ehmed Şeraa û Birêz Mezlûm Ebdî, 10 Adara 2025an roja Duşemê, li ser van xalên jêrîn li hevkirin çêbû.“

Di maddeya 1an de esasgirtina peymanê ewe ku herkes, taybet jî Kurd di avakirina Sûrîyê de aktif cîh bigirin. Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku wê Kurd bibin hemal ji bona avakirina dewleta Sûrîyek nû re. Ji dêlva Kurd navmala xwe avabikin, bi dû avakirina mala dijmin de ne! Gelo zarokên kurdan, ji bona bibin karmendên dewleta ereban û vê dewletê ji nûve avabikin, ewqes cangorî dan?

Di madeya 2an de Gotina “maf“ bê ku bêt îzahkirin, ka tê çi wateyê, gotinek bingehvala ye. Mafê çi? Mafê wek hemwelatîyekî Sûrîyeyê ku bijî mafê wî heye, an wek Kurdekî, li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê xwedî desthilatdar, ku bijî mafê wî he ye? Mafê wî ku artêşa xwe, parlementoya xwe, asayîşa xwe, qanûnên xwe ava bike û wek herêmek xwedî desthilatdar (federasyon, otonomî) ku xwe birêve bibe heye? Bi tena serê xwe gotina “maf“ ti wateya wê û garatîya wê tine ye.

Di madeya 3an de jî bahsa agirbestê dike; wê li ser axa Sûrîyê agirbest çawa bêt avakirin? Bi hezaran îslamîstên qatîl, destdirêjkar, yên Uygur, Ozbek, Çeçen, tirk yên barbar li Şamê kom bûne, bûne desthilatdar û Sûrîye defakto girtine destê xwe û bi wan re peymana agirbestê“ têt avakirin! Garantîya vê çi ye? Li ser axa Sûrîyeyê bi destê rejîmê û bi destê van hêzên tundrev bizrê dijminatîyê hatîye çandin. Hemû pêkhate yên olî û netewî, mezhebî kirine dijminên hev. Bê ku her pêkhate li ser axa herêma xwe, xwebixwe birêve bibe, wê çawa di bin desthilatdarîyek navendî de lihev bên? Pêkhateyên Sûrîyeyên li henber hev hatine bikaranîn û bi dû heyfa xwe de ne. Herkes bi çavekî “grubek tundûtûjîyê“ li wan dinêre û li ser navê Kurdan Mazlûm Evdî diçe bi van re peymanê îmze dike. Ev ne daxwaza miletekî, daxwaza hinek hêzanin, ku ne dilxwazê kurdan in.

Ev demek dirêje Tirkîye, bi rêya hêzên xwe yên paramilîter, li ser axa Sûrîyeyê xebatek bêrawest dimeşîne. Hin Rojavayê Kurdistanê xistîye bin tehdîda şer û hin jî bi alîkarîya Abdullah Ocalan, bi rêya telefonê û bi nameyan bandorek mezin li ser Mazlûm Evdî çêkiribû. Mazlûm Evdî ev kiryar û pres ji miletê xwe û ji hevalên xwe veşart. Neanî ziman, ku Abdullah Ocalan ji bona tirkan çi ji wî dixwaze!

Armanca Tirkîyeyê ew e ku pêşî li destkevtinek Kurd a xwedî deshilatdarîyê bigire. Xuyaye di virde jî Dewleta Tirkan û Abdullah Ocalan serkevtî derketin.

Di maddeya 4an de, kurdan wek karmend, di avakirina Sûrîyê de armanc dike. Ev jî tê wateya ku Kurd di avakirina Sûrîyek nû de bibin piştgir, heta ku ev dewlet bêt avakirin! Piştî avakirin û bihêzkirina dewleta Sûrîyeyê, çi bêt serê we ne girîng e. Ji ber ku di vê daxwazê de Sazîyên kurdan, ku Kurdan biparêzin nehatine dîyarkirin.

Di vir de bê ku statûyek dîyar a Kurd li ser axa xwe xwebixwe, xwe birêve bibe, ti “maf“ ne garantî ne ji kurdan re. Îdiayên ku nav lê neyên kirin û ne zelal bin, naverok û bingeha wan tine ye.

Di madeya 5an de jî dîyare ku ji bona Sûrîyeyê, Sûrîyek nû û federal tine ye. Sûrîyek navendî hatîye projekirin. Ji ber wê jî bi dewleta Sûrîyeyê re „garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe“ dipejirîne. Eger Sûrîyek federal bihata projekirin, vegera koçberên ku, ji ber zor û zilmê, ji ber şer revîyane, bi hikûmeta Sûrîyeyê re nedihat şîrovekirin û nedigirtin nav peymanê. Wê deshilatdarîya her herêmê koçberên xwe program bikira û ji bona wan daxûyanî derxistana. Madem Sûrîyek navendî ku ti pêkhate ne xwedî statûbin bêt avakirin, çima ewqes têgehên bêwate têt lihev kirin. Zelal bêjin “li seranserê Sûrîyeyê Dewleta Sûrîyê desthilatdare“ û qedîya çû.

Di madeya 6an de jî pir eşkere têt daxwazkirin ku li henber rejîma Esed, divê evên ku îro Şam defakto girtine destê xwe, bên parastin û bên meşrûkirin. Kurdan jî dikin hemal û şirîkê vî karê biqirêj. Dîktatorek çû, lê yekî jê xerabtir defakto Şam girtîye destê xwe. Mazlûm Evdî dixwaze bibe şirîkê karesatên wan! Ev desthilatdarîya destbixwîn, dixwaze bi hêza kurdan û bi têkilîyên kurdan xwe meşrû bike.

Madeya 7an jî Kurdan digire pişt xwe û dixwaze Sûrîyek navendî ava bike. Yên ku bixwazin li ser axa Sûrîyeyê ji xwe re statûyan ava bikin û daxwaza “cûdabûn“ê bikin, wê bibin hedef û daxwazên wan bên redkirin. Avakirina 3 an jî 4 herêmên federal û xwedî desthilatdarîyê “cûdabûn“ têt qebûlkirin. Mazlûm Evdî jî li ser navê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ev kirîye peymanê. Ev redkirina statûyek Kurd û Kurdistanîyê bi xwe ye.

Madeya 8an jî, van hemû madeyan bi yek emrî, daxwaza avakirina komîteyan dike û bê şîrove emrê bicîhkirina peymanê dike.

 Di vir de jî daxuyanîyek Mazlûm Evdî ku piştî peymanê di rûpela xwe a (X)ê de belavkirîye. Dibêje:

“Em pêbend in paşerojeke çêtir ava bikin ku mafên hemû Sûriyeyiyan garantî bike.”

Bi kîjan hêz û Sazîyan hûnê “paşerojeke çêtir“ ava bikin?

Ez jî ji Mazlûm Evdî dipirsim: Tu mafê kîjan Sûyeyîyan bi kîjan sazî û desthilatdarîyan pesend dike?

Tê çawa maf“ê wan biparêze?

Ji “maf“ qezda te çi ye?

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 1506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:27:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x