Marco Rubio: Amerîka li kêleka Kurdên Sûriyeyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got, “Amerîka li kêleka Kurdên Sûriyeyê ye.”

10.03.2025, Pts - 11:42

Marco Rubio: Amerîka li kêleka Kurdên Sûriyeyê ye
Nuçe Belav bike

Li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan di şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya AFPyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio êrişên "terorîstên Îslamî yên tundrev" şermezar kirin.

Marco Rubio diyar kir ku "terorîstên Îslamî yên tundrev" li ser kêmîneyên li Sûriyeyê "qetliam" encam dane û ji serkirdayetiya nû ya Şamê xwest ku tawanbaran darizîne û got:

"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê terorîstên Îslamî yên tundrev, di nav wan de cîhadiyên biyanî şermezar dike ku di rojên dawî de li rojavayê Sûriyeyê mirov kuştine.”

“Amerîka li kêleka Kurd, Durzî, Elewî û Xiristiyan e”

Marco Rubio amaje bi piştgiriya welatê xwe ya ji bo kemîneyan da û got:

“Amerîka li kêleka kêmîneyên olî û etnîkî yên Sûriyeyê ye, di nav de civakên Xiristiyan, Durzî, Elewî û Kurd.”

Marco Rubio ji malbatên kuştiyan re jî sersaxî xwest û da zanîn:

"Divê rayedarên demkî yên Sûriyeyê tawanbarên van qetlîamên li dijî civakên kêmîne yên Sûriyeyê darizînin.”

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku li rojavayê Sûriyeyê ku bi piranî Elewî lê dijîn di çar rojên borî de 1018 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

SOHRê diyar kir ku di nav kuştiyan de 745 sivîl, 125 endamên hêzên hikûmetê û 148 alîgirên rejîma Esed hene.

 

Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:31:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x