Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan!

Zana Azadî; di 10ê Berfbarîna Pêşî a 2015 an de, di "Med Nûçe" de digot: "Divê em nehêlin kesên wek Tahîr Elçî û Altan Tan ku PKK rexne dikin li Kurdistanê bijîn"(!) Piştî 18 rojên a vê gotina Zana Azadî; di 28ê Berfbarîn a Pêşî sala 2015 an de Tahîr Elçî hate qetil kirin!

13.06.2024, Per - 13:03

Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan!
Nuçe Belav bike

Tahir Elçî, 9 sal berê, li ber çavê milîyonan hat qetilkirin. Di eynî demê de “şerê xendekan“ wek tofanekê, kuçe û navçeyên bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê dabû ber xwe. Malên kurdan biserserên wan de dihatin hilweşandin, zarokên kurdan di xendekan de dihatin qetilkirin. Malbatên ku mercen wan yên revê hebûn, lihêfên wan li ser pişta wan û zarokên wan di hinbaza wan de, di destê wan de herêma şer terk dikrin.

Serok û wekîlên wê demê yên HDPê diqîrîyan û digotin; „nerevin, nerevin tirsonek no, îro roja xîretê ye, li ber xwe bidin“(!)

Payîzek sar bû. Lîstik liser lîstikê li ser serê Kurdan dihat lîstin. PKK û beşek ji dewleta tirkan konseptek nû xistibûn pêsîra kurdan bihev re. Tahir Elçî, ev konsept didît û dijî vê konseptê bû. Li gel miletê xwe cîh digirt û dibû dengê miletê xwe. Ew hêzên hevpar yên vê konseptê bi hev re Tahir Elçî kirin qûrban. Hêlek wan biryar da, hêlekê çek hilgirt û hêla din bal kişand ser Tahir Elçî. Girseya Kurd terorîze kirin, dengê li henber „qetliama şerê xendekan“ qut kirin bi hev re.

Zana Azadî; di 10ê Berfbarîna Pêşî a 2015 an de, di "Med Nûçe" de digot:

"Divê em nehêlin kesên wek Tahîr Elçî û Altan Tan ku PKK rexne dikin li Kurdistanê bijîn"(!)

Piştî 18 rojên a vê gotina Zana Azadî; di 28ê Berfbarîn a Pêşî sala 2015 an de Tahîr Elçî hate qetil kirin!

Gelo hîn hûn li Kujerê Tahir Elçî digerin?

Herin "Med Nûçe" û bipirsin ku Zana Azadî kîye?

An jî hûn bi xwe li ser nasnameya Zana Azadî lêgerînê bikin! Cîhê wî medya PKK ye.

Piştî qetilkirina Tahir Elçî, HDP bi hemû giregirên xwe re di pêşewazîya termê Tahir Elçî de cîhên xwe girtin. Hêsrên çavên wan, wek hêsrên sêhirbazan dirijîyan û bangî kurdan dikirin:

„Li henber qetlîamên ku li ser gelê me dimeşe, li hemû navçe û bajaran, emê hemû sazîyên rêxistina xwe daxin kolanan. Li henber sîyaseta qatliaman, bê rawest emê çalakîyan lidar bixin!“ (28 Mijdarê 2015- BDP)

Rojê salên 1992 û heta 1999an di bîra me de ye. 17 hezar dosyayên mîna dosyaya Tahir Elçî hene, hemû di refan de rizîyan e! Nav li van dosyayan kirine, „Kurbanên bê kûjer“(!) Dosya Tahir Elçî jî ket nav van dosya, piştî 9 salan!

Tahir Elçî, ji terefê dewleta tirkan de di 20ê Cotmeha 2015 de hat desteserkirin. Demek di bin çavan de ma û hat berdan. Ev berdan, biryara kujtina Tahir Elçî bû. Piştî vê biryara berdana Tahir Elçî, mehekê Kujerên tahir Elçî li ber çavên me gişan tahir Elçî qetil kirin. Yên çek di destê wan de dîyar bûn. Me li wan û çekên didestên wan de didît. Herkesê ku li wir û yên ku zînde temaşe dikirin li daxûyanîya Tahir Elçî guhdarî dikirin.

Çi digot Tahir Elçî?

"Vê herêma dîrokî ji pir medeniyetan re bûye dergûş, mahzûbantî kiriye vê herêma qedîm. Di vî mekanê mirovatiyê de em şerê çekdarî, operasyonan naxwazin. Bila şer û bihevçûn, çek,operasyon ji vê herêmê bidûr bisekinin."

Di orta rojê de, li ber çavên herkesî; Baroya Amedê daxuyanîyek çapemenî lidar dixe.

Du grûp (Dewleta tirk û PKKyî) bi çekan tên dora cîhê daxuyaniya çapemeniyê...

Daxuyaniya çapemeniyê destpê dike: Her dû grûb jî dest bi şerê çekdarî dikin!

Hedefa wan Tahîr Elçî ye. Tahir Elçî bi guleyek qestdar ji serê xwe de birîndar dibe û li ber lingên minara dîrokî dirêj dibe li erdê, di cîh de can dide. Kûjer profesyonele, divêtîya pir gulan nabîne. Tenê bi berikekê li serê Tahir Elçî nîşanê digire.

Ma miletê Kurd, Amedîyan ew roj jibîr kir?

Rojnameger, ronakbîr û pîsporên kurdan ew roja kambax, ew qetlîama şerê xendekan jibîr kir?

Tahir Elçî; li her derê, li her pîlatformê bi zelalî, li henber kurdkujîya şerê xendekan“, ev baweriya xwe tanî ziman û neditirsîya û rexne dikir. Ewên ku ji helwest û daxuyanîyên Tahir Elçî ditirsîyan, wan Tahir Elçî Kujt. Kî ne evana: Emê ji îtîrafa Salahattin Demirtaş, wan eşkere bikin. Em dizanin lê dewleta tirkan û dadgehên wan nizanin!

Salahattin Demirtaş, di parastina xwe de li ser komkujîya kurdan a xendekan hinek tişt zelal kir. Di eslê xwe de di serî de min nivîsîbû ku devlet û PKK li pişt Kurdkujîya xendekan bû. Lê S. Demirtaş bi devekî yek ji qadroyên vê pêvajokê a tevgerê, hinek tişt eşkere kir. S Demirtaş eşkere kir ku;

Bûyerên xendekan li henber îktîdarê ji bona kudetayek leşkerî Fetoyan, dewletê, hêzên dewletê yên leşkerî ku li herêmê û PKK bi hev re çêkir!“

Ewqes zelal têt ber me ku em liser rawestin, mixabin herkes dibîne, lê herkes ker û lal e! Têkilîya „kurdkûjîya şerê xendekan“ û kujtina Tahir Elçî du girêkên ku bi dû hev de hatine danîn bi xwe ne. Tahir Elçî kualisyona di navbera Dewleta tirkan û PKK de dîtibû û li pişt perdê li nav çavên wan dinêrî û digot, „welatê me hilneweşînin“! Ev li hesabê wan nehat.

Tahir Elçî Kurdperwerekî xaka Kurdistanê bû, wêrek bû. Gotina xwe venedişart. Aktorên „kurdkujîya şerê xendekan“, ji vê wêrektîya Tahir Elçî ditirsîyan û bi hev re biryara kujtina Tahir Elçî dan.

Dadgeha tirkan, Kujtinek ku li ber çavê milîyonan qewimî, dosya vê kujtinê jî danî ser dosyayên 17 hezar kurdan!

‘‘Kûjer ne dîyare, berat“(!)

 

Vî nûçeyê tevayî: 1982 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:49:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x