Wan: Parêzgariyê destûr neda konsera şaredariyê!

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku Parêzgariya Wanê destûr nedaye konsera wan.

04.07.2024, Per - 10:06

Wan: Parêzgariyê destûr neda konsera şaredariyê!
Nuçe Belav bike

Şaredariyê ragihand ku wan dê bi beşdariya Koma Rastakê konserek li dar bixista lê parêzgariyê “Festîvala Rêya Çandê” kiriye hincet û rê nedaye konserê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku ji bo egera ku konser demeke din were kirin wan heta niha ti daxuyanî nedaye lê Rastak tenê dema destnîşankirî dikare wê konserê bide.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber ku Rastak nikare xeyn ji roja diyarkirî vê konserê bide çalakî hatiye betalkirin.

Şaredariyê ji ber betalkirina konserê lêborîn xwest û soza çalakiyên baştir da.

Vî nûçeyê tevayî: 128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:39:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x