Heta 17ê Cotmeha 1917 an, İngilîzan piştgirî dida Yewnanîstanê. Lê bi şoreşa Cotmehê a Bolşewîkan re îngîltere dev ji piştgirîya Yewnanîstanê berda. Wê wextê Mustafa Kemal wek serbazekî Osmanî li çolên Ereban bû. İngîlîz bi Mustefa Kemal re ketin têkilîyê. Bi Mustefa Kemal re li ser avakirina dewletekê, li ser axa ku îro wek „Turkîye“ têt naskirin û ji bona li henber Sovyetê wek herêmek tampon bêt bikaranîn biryar têt dan. Mustefa Kemal, bi biryar û piştgirîya İngîlterê derdikeve sahê.
Xalên sereke yên Peymana Sykes-Picot di konferansa Cemîyeta Miletan ku di 24ê Tirmeha 1922 an hat pejirandin, ew biryar, bû bingeha Peymana Sykes-Picot. Yanî Peymana Syikes-Picot, gihîşt encama biryarê ku derbasî jîyanê bibe. Di vir de bi dagirkirina Îngîltere a herêma Musilê re, li ser axa başûrê Kurdistanê daxwaza Fransa bi dawî hat û hemû axa Başûrê Kurdistanê radestî İngîltereyê bû.
Şêx Mahmûd Berzenci, li henber dabeşkirina axa Kurdistanê derdikeve. Yekem hukumeta Kurdistanê di 1919 an de îlan dike. Ev hikûmet piştî 7 meh û 15 rojan bi dawî tê. Hikûmeta duyem di 09.10.1922 an îlan dike û kabîneya xwe eşkere dike. Îngilîz, li henber Şêx Mahmûd Berzenci dest bi şer dikin. Şêx Ehmed Barzanî wê wextê 19 e salîye. Bi du hêzên leşkerî re têt hawara Şêx Mahmûd Berzencî. Mixabin berî ku ev hêzên herêma Barzan bigihêjin alîkarîya Şêx Mahmûd Berzencî, Silêmanîyê ji terefê belafirên şer yên îngîltere ve têt bombe kirin. Cara yekeme ku li henber kurdan belafirên şer tên bikar anîn. Şêx Mahmûd Berzencî birîndar dikeve destê Îngilîzan.
Ji ber ku li ser dabeşkirina axa Kurdistanê, hêzên emperyal yê demê lihev kirine, ji kurdan re mercên avakirina dewletekê pir zahmet dibe. Di vê demê de ji bona ku Kurd bikaribin bibin xwedî dewlet; bi du hêzên serete yên emperyal re rû bi rû dimînin û taqeta Kurdan ku li henber Peymana Sykes-Picot (li henber İngîltere û Fransa) serkevtinê bidest bixin, pir zeîf dibe.
Mustefa Kemal, di 19ê Gulana 1919 an û şûnde, li gor mîsyona ku İngîltere û hevalbendên wê daye wî, dest bi xebatên xwe dike. Pêşî di 19ê Gulan a 1919 an de derbasî qiraxên Bahra Reş (Semsûnê) dibe. Ev dîrok, destpêka qirkirina Rûmên Pûndîa ne jî. Ji serok eşîrên kurdan re nameyan dişîne, alîkarîyê ji wan dixwaze. Di navbera 23ê Tirmehê û 7ê Tebaxê de li bajarê Erzuromê li ser navê “Mudafaa î Hukuk Cemiyetı” Kongreya Erzuromê lidar dixe.
Tam di vê dema “Kongreya Erzuromê” de; di serê sala 1919 an de „kongreya aştiyê“ li Parîsê amede dibe û biryara serxwebûna gelên ku di bin serwerîya Dewleta Onmanî de ne têt girtin. Di eslê xwe de Kurd jî dikevin ber vê biryarê.
Li hember vê biryarê grûba Mistefa Kemal, bi propagandaya „biratîya Kurd û tirkan û bi biratîya ûmetê“ dest bi xapandinana miletê Kurd dike. Çûna wî a Erzuromê û lidarxistina „Kongreya Erzuromê“ li ser van armancan têt meşandin. Gelek şêx, axa û begên kurdan di vê kongreyê de bi mebesta „em misilmanin, birayê hevin“ cîh digirin. Yek ji armancên vê „Kongreya Erzuromê“ jî, li henber daxwazên „Kongreya Parîsê“, bikaranîna kurdan bi xwe ye. Li ser navê hinek rêveberên kurdan, di derheqa şîroveya li ser kurdan, ji „Kongreya Parîsê“ re, bi telgiraf û nameyan pêşîya biryarên di derheqa kurdan de digirin.
„Em û Kurd birayên hevin, dînê me yeke, kafir dixwazin me bixin bin destê xwe, me teslîmî ermeniyan bikin, dîn ji dest diçe. Welat ji dest diçe, namûs ji dest diçe, ez soza namûs û serefê didim we ku em bi hevre li hember wan derkevin, wan ji welat dûrbixin, biryarên wan vala derxînin, emê weke bira rûnên hemû mafên kurdan bidine wan!" *(ji axivtena M.Kemal a kongreya Erzuromê)
Her çika li Parîsê Şerîf Paşa bi hevalbendên xwe re doza miletê Kurd dimeşand jî, name û telgirafên ku bi destê hinek kurdan ji Kurdistanê dişînin „kongreya Parîsê“, dest û lingê Şerîf Paşa û heyeta pê re girê dide.
Di „Kongreya Erzuromê“ de Mustefa Kemal, bi vê axavtina xwe a durû û ekîba wî, ew hemû beşdarvanên Kurd yên „kongreya Erzuromê“ qanih dibin. Ew tên xapandin, derbasî alîyê projeya wî dibin. Bi vî awayî û bi dek û dolaban azadiya Kurdistanê, mafê miletê Kurd, li bakurê Kurdistanê carek din têt asteng kirin. Nûnerên kurdan, di konferansa Parîsê de bêbandor dimînin.
Her çiqa rewşenbîrên wek Emîn Elî Bedirxan, Selim Beg, Şerîf Paşa û pir kesayetîyên din liberxwe dan û li henber wan beşdarvanên „Kongreya Erzuromê“ derketin jî, bê encam man. Kurê Ûbeydûllah Nehrî yê piçûk Şêx Ebdulkadir jî di nav de, guh nedan Şerîf Paşa, Emîn Elî Bedirxan û Selîm Begê, bawerî bi gotinên wî anîn û piştgirî dan Mustefa kemal û beşdarî xebatên Mustefa kemal bûn. Piranîyên van kadroyan, di serhildana 1925 an de bi destê Mustefa Kemal hatin dardakirin. Dîrokê, carek din eşkere kir ku kesayetîyên ji miletê xwe nebin, ji ti miletan re nabin.
Di vê çarçoveyê de Şerê Yewnan-Tirkî dest pê kir, ku di sala 1922 de bi paşvexistina êrîşa Yewnanîstanê ya Asya Biçûk û qirkirina piraniya Yewnanan li Smyrnayê (Îzmîr) di 9ê îlona 1922 de bi dawî bû. Piştî şer bi dawî bû, “Konferansa Lozanê” biryar da ku bi darê zorê “di navbera Yewnanîstan û Tirkîyeyê de mubadela nifûsê” pêk were. Di vê demê de Tirkîyê 500 hezar kesên misilman, lê bi tirkî nezan anîye nav xwe û nêzî 1.5 milîyon jî Rûm bi darê zorê şandîye Yewnanîstanê. Ji herêma Egeyê nifûsek mezin ji rûman ji ser mal û milkên xwe hatin surgûn kirin. Yên Misilmanên ji Yewnanîstanê û balkanan anîn, li ser mal û mulkên wan bicîh kirin û demografîya vê herêmê hat guhertin. Nifûsek mezin ji Rumên Stenbolê û Trakya jî şandin Yewnanîstanê. Bi vê metodê jî serwerîya Rûman a li ser axa “Asya Piçûk” ku diçe dîroka heta 3000 (3 hezar salî) salî ku li wir niştecîhin, bi dawî tê. Bi destê hêzên emperyal dewletek bi navê “Tirkîye”yê li ser axa Rûm û Kurdan têt avakirin, lê bi navê “tirk” miletek li meydanê tineye. Yanî dewletek bi navê tirkîye li ser axa Pundîa-Rûm û Kurdistanê têt avakirin, lê bi navê tirkan girseyek vê dewletê tine ye.
Peymana Sykes-Picot, ev sedsale, bûye sedema nakokiyan li herêmê. Ji terefê İngîltere û Fransayê ve bi cetwelê, dema xêzkirina sînoran pêkanîne, rewşa etnîkî û çandî li ber çavan nehatîye girtin. Bi biryara „Peymana Sykes-Pîcot“, nîzamek zalîmane ku miletê Kurd ev sedsalê di bin nîrê zilma çar dewletan de hişt, hat avakirin. Yên wê demê berpirsîyarê vê biryarê bûn, bûn sebebê ku sedsalî ew dewletên ku wan avakirin, wek Tirkîyê, Sûrîyê û İraqê, ku bê rawestan li ser miletê Kurd û Kurdistanê înkar û zulumê bidomînin û di herêmê de bibin sebebê bêîstîkrarîyê. Îro seranserê axa ku raserî vê pîlanê bûye di nav alozîyan de ye.
Peymana Sykes-Picot, peymanek ne meşrûye û Peymana Sykes-Picat di Peymana Lozanê de têt pejirandin. Ew xebat û pîlanên dabeşkirinên ku li ser axa di bin serwerîya Dewleta Osmanî de bi name, civîn û nivîsan hatîye nexşekirin; di 24ê Tîrmeha sala 1923an de li bajarê Lozanê, di peymana Lozanê de têt pejirandin û mohr li binî dikeve.
Destpêkê Peymana Lozanê di asta konferansa de Pîlan û dabeşkirina axa di bin serwerîya Dewleta Osmanî de di navbera sala 1922-1923an de bi navê „Konferansa Lozanê“ bi guftûgoyan têt meşandin. Di 24ê Tirmeha 1924 an de; di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanê Ya Yekem, NY û Tirkîyeyê de têt îmzekirin. Bi vê Peymanê welatê Kurdan (Kurdistan) hat dabeşkirin, ji ber ku sînorên Kurdistanê nehatin dîyarkirin jî, ket bin statûyek astek di bin kolonyalîzmê re. Statûya Kurdistanê a ku îro dimeşe, ket bin van qeyd û merbetan û di navbera Tirkîye, Sûrîye û İraqê de hat parvekirin.
Bi Peymana Lozanê re, Peymana Sewrê, ku di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanê Yê Yekem û Dewleta Osmanî de hatibû îmzekirin jî, hat betalkirin. Ji wê rojê û vir de bê rawestandin miletê Kurd li herçar beşên Kurdistanê doza welatê xwe dike. Bi dehan serhildan lidar xistîye û raserî jenosîdan bûye. Lê miletê Kurd û Kurdistanê ticarî ev nîrê zalimane ku Kurdistan ketîye bin, qebûl nekirîye û teslîm nebûye û wê teslîm jî nebe.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.