Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê!

Piştî vekirinê, rojek kesek bi navê kontrolê tê nexweşxanê. Dixwaze, li nexweşxaneyê kontrolê çêbike. Lîsteyên nexweşan û raporên Doktoran yên rojane li ser nexweşan dixwaze. Raporan datînin ber kesê hatîye. Ew kes di destê xwe de raporan dibe û tîne, rûpelan diqulêpe û li Dr. Ezzad Afandî dinêre û dibê; “ev çiye, ez tiştekî ji van raporan fêhm nakim, çima ne bi erebî ne?” Dr. Ezzad Afandî li kesê henber xwe vedigerîne û dibêje; “evder herêma kurdan e, raporên rojane yên nexweşên me jî bi kurdî ne”. Raporan davêje û dibêje “hûn mecbûrin bi erebî binivîsînin.”

Şeyhmus Ozzengîn

28.06.2024, Cum | 16:44

Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê!
Nêrîn Belav bike

Dr. Ezzad Afandî, di 1999an de dixwaze li Kobanê nexweşxaneyek beşa Ordûpedîyê (hestîcebarîyê) veke û ji Wîyana were welatê xwe, ku xizmetê ji miletê xwe re bike.

Rejîma Sûrîyê pir astengan ji armanca Dr. Ezzad Afandî re derdixe. Dema avakirin û vekirina nexweşxaneyê pir dajo. Di 2014an de, berî ku DAÎŞ êrîşî Kobanê bike, nexweşxaneya xwe vedike. Di avakirin û problem û astengên heyî de heta dawîyê nêzî 18-20 milîyon Dolarê Emeriki pere lê diçe. Li gor gotina cenabê wî, van peran hemû ji bêrîka xwe dide.

Piştî vekirinê, rojek kesek bi navê kontrolê tê nexweşxanê. Dixwaze, li nexweşxaneyê kontrolê çêbike. Lîsteyên nexweşan û raporên Doktoran yên rojane li ser nexweşan dixwaze. Raporan datînin ber kesê hatîye. Ew kes di destê xwe de raporan dibe û tîne, rûpelan diqulêpe û li Dr. Ezzad Afandî dinêre û dibê; “ev çiye, ez tiştekî ji van raporan fêhm nakim, çima ne bi erebî ne?” Dr. Ezzad Afandî li kesê henber xwe vedigerîne û dibêje; “evder herêma kurdan e, raporên rojane yên nexweşên me jî bi kurdî ne”. Raporan davêje û dibêje “hûn mecbûrin bi erebî binivîsînin.”

Li ser gotina vî kesî, Dr. Ezzad Afandî dibêje; “min ew ji nexweşxaneyê qewirand.” Paşîyê bi navê Azad, berpirsîyarekî PKK tê û ji Dr. Ezzad re dibêje; “Hûn nikarin raporên xwe yên rojane bi Kurdî bigirin. Em qebûl nakin. Divê her tiştên we bi erebî be(!) Yanî qaşo herêm ketibû destê kurdan û Kurd li wir desthilatdarbûn, lê zimanê Kurdî qedexe bû li vir!

Piştî vê munaqeşê Dr. Ezzad Afendî dibêje; “PKK, nexweşên xwe neanîn ba min, birin Tirkîyê û li wir tedawî dikirin. Li nexweşxaneya min 6 Dr. Dixebitîn û tev li min em heft Doktor bûn.”

Bi êrîşa DAÎŞ re “hemû rêveberên wan revîyan. Qîyadeya wan hebû, hemûyan Kobanê terikandin. Hemû nexweş di stûyê min de hiştin û ez mam tenê. Nexwestin ku alîkarîyê jî bi min re bikin. Min nexweşên xwe derbasî Tirkîyê kirin û ez jî derbasî Tirkîyê bûm û ji wir hatim Wîyana.”

Dr. Ezzad Afandî dibêje; “di vê demê de nexweşxaneya min hat talankirin. Hemû alavên min yên nexweşxanê dizîn, birin firotin DAÎŞê. Bi tonan dermanên min hebûn, piranîyên wan min belaş li nexweşan belav dikir. Hemû birine û firotine dermanxanan. Milet mecbûr kirine ku bi peran van dermanan bikirin.”

Piştî ku Dr. Ezzad Afandî têt Wîyana,bi pir sazî û medyayên Kurd û biyanîyan re têkilî datîne. Bi medya Kurd, wek Kurdistan24 û Rûdaw re jî têkilîyan datîne û li ser mijara nexweşxaneya xwe a bi navê “Nexweşxaneya Wîyana” programan çêdike û tiştên ku hatine serê wî û nexweşxanê tîne ziman.

PKK, di 2015 an de komekê qaşo “lêkolînê” ava dikin û dixwazin Dr. Ezzad bigişînin “Dadgeha Gel” û wî sûcdar bikin. Dr. Ezzad Afandî dibêje; “min ev yek qebûl nekir û ji wan re got; hûn berpirsîyarê talankirina vê nexweşxanê ne. We dest danî ser hertiştê nexweşxanê, divê hûn hesab bidin min.Hûn hêzên tûndrew yên terorê ne.”

Piştî vê bersîvê pir tehdît hatin ser min. Peyayên Tirkî û Îranê xistin dewrê û her xwestin ku bi rîya wan zerarê bidin min. Ji min re gotin; “dengê xwe qutbik. Hêzên terorê û Civanên Şoreşger şandin ser min û min tehdît kirin. Evana hemû bi navê kodê wî yê PKK Azad ku kesê bakurê Kurdistanê ye, hemû ev tişt hatin organîze kirin.”

Di axaftinên xwe de ji ber ku min ji wan re gotîye; ”hûn terorîstin, tiştê ku hûn dikin karên terorê ne. Hûn însanan tehdît dikin, direvînin, didin kujtin û zîndan dikin. We nexweşxana min talan kir. Ev karên terorê ne. Hûn xizmetê ji kurdan re nakin, hûn miletê xwe talan dikin, hûn bi dû rantê de ne, dixwastin ku min dadgeh bikin û cezê bidin min.”

Di avakirina vê nexweşxaneyê de, di navbera 18 û 20 milîyon $ perayên DR. Ezzan Afandî çûne. Dest danîne ser her tiştên wî yên li Kobanê. Tenê sucê wî ew bû ku dixwest xizmetê ji miletê xwe re bike. Tenê bawerî pê anîbû ku, bi rastî li Roajayê Kurdistanê “şoreşek” çêbûye û desthilatdarî ketîye destê kurdan. Lê piştî ku rû bi rûyê van pirsgirêk û helwestên tûndrew dibe, bawerîya xwe pê tîne ku hertişt li ser vê axa ku ji kurdan re pîroze derewe. Li wir sîstemek dijminane hatîye avakirin û koka kurdan li ser wê axê anîye.

Ji %70 axa kurdan radestî terora Tirkîyê û hevalbendên wê yên terorê kirine. Ev hêz her roj destdirêjî namûsa kurdan, mal û milkên kurdan dikin. Beşê mayî hemû radestî ereban kirine. Ji 2.5 milîyon hejmara kurdan daketîye 700 hezar Kurdî. Demografîya herêmê bicarekê de hatîye guhertin û 3.5 milîyon erebên revende li ser axa kurdan bi navê “biratîya gelan” bicîh kirine. Beşek piçûk di destê wan de maye, ew jî bi rejîma Sûrîyê re îdare dikin û talan dikin. Nifusek mezin di qampan de dijî. Av tine, derman tine, elektrîk tine, xwarin tine. Tiştê ku dikeve destê wan jî berhemên wan yên xwemalî ne.

Rastîya Roavayê Kurdistanê eve.

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:33:04

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x