Dostê Kurdan Avram Noam Chomsky

Avram Noam Chomsky kî ye? ”Divê Kurd tenê baweriya xwe bi çiyayên xwe bînin” “Divê Kurd ji bo serxwebûnê bibin yek” “Yek ji dersên herî zelal ên dîrokê ew e ku maf nayên dayîn, bi zorê têne bidestxistin (girtin).

Maruf Yılmaz

26.06.2024, Çar | 21:06 [ Güncellenme: 26.06.2024, Çar | 23:36 ]

Dostê Kurdan Avram Noam Chomsky
Nêrîn Belav bike

Dostê Kurdan Avram Noam CHOMSKY zimanzan, feylesof, mantiqzan, şirovekarê siyasî, rexnegirê civakî, parêzkarê dadmendiya civakî û bi eslê xwe Cihû- Amerîkî ye. ”Divê Kurd ji bo serxwebûnê bibin yek” û yekitiya xwe pêk bînin”.  Dostê kurdan, yek ji feylesof û zimanzanê herî navdar ê cîhanê ye.  Li gorî CHOMSKY referandûma serbixwebûna Kurdistanê rewa ye û di prensîpê de jî referandûm rast e. Ew bi lêkolîn û xebatên xwe yên zimannasiyê tê naskirin. Ew wek ”bavê zimannasiya nûjen” tê zanîn û ew di heman demê de yek ji damezrînerên zanista zanînê ye. Ez li vir dubare dikim. CHOMSKY mirovekî piralî yên zanistiyên cûda, ew feylosof, mantiqkar, çalakvan, bîrmend, zimanzan, rexnegirê siyasî, dîroknas, nivîskar û wek rewşenbîrê herî girîng ê cîhanê tê pejirandin. Ew di 95 saliya xwe de qiseta axaftin, nivîsandin û xwendin ji dest bide û dev ji xebatên xwe berdide. Di sala 1967an de Noam CHOMSKY bi gotarekê di New York Revuew of Bookê de ku siyaseta derve ya Amerîkî rexne dike,  wek rexnegirekî sereke derket holê û rastiyan got.  Dema ku gelek akademisyenên bêdeng diman, wî dengê bilind dikir û got; ”berpirsiyariya rewşenbîran di nav xwe de gotina rastiyê û eşkerekırına derewan e. Noam CHOMSKY di 95 saliya xwe de wek dengekî girîng di tevgerên antîkapîtalîstiyê de dimîne. Avram Noam CHOMSKY di sala 1928an de li Philadelphiayê ji dayik bûye û ew yek ji zimannasên herî navdar ê sedsala 20an e. Teoriya wî hebûna pergaleka rêzimana gerdûnî ye ku wekî beşekê ji mîrata genetîkî ya bûyina mirovî/mirovê ye. ”Divê em li lehengan negerin, em li ramanên baş bigerin. CHOMSKY bi dijberiya xwe ya siyasî ya li dijî hemû dîktator û monarşiyên heyî tê naskirin.  Di 16 saliya xwe de lîse qedand û di demeka kurt de li Zanîngeha Pennsylvania´yê tomar kir û li wir di mijarên cihêreng ên zimannasî, felsefe û matematîkê de serketî bû.  CHOMSKY di salên 1960î de dijberiya xwe ya li dijî tevlêbûna Amerîkayê/ Dewletên Yekbûyî ya li ser ”Şerê Vietnamê”  diyar kir û piştgiriya xwe  ji bo mafên sivîl û çarenûsa gelê Vîetnamî  eşkere kir.  CHOMSY dixwaze ku felsefe, anarkosendîkalîzm û rastiya wî di pêşerojê de bi ser bike.

Keça CHOMSKY Aviva 20ê Avrêlê (nîsan) ya sala 1957an ji dayûk bûye, niha profesor, koodinatora lêkolînên Amerîkaya Latîn li zanîngeha “Salem State College, Massachusetsê” ye û ji bilî vê jî berê profesora alîkara lêkolînên Zanîngeha Hardvardê bû. Aviva profesor, dîrokzan, nivîskar, çalakvana Amerêkî û keça mezin a zimanzan û çalakvanê siyasî Noam CHOMSKY e. Ew li Amerîkayê ji dayik bûye û navê dêya wê Carol Chomsky e. Navê hevjina Noam CHOMSKY ya din Valeria Wasserman bû û ew di sala 2014an de koça dawî kir.

Rastiyên pêwîst û girîng ji malbata Chomsky:

1. Navê tam û rast: Avram Noam Chomsky

2. Zarokên Chomsky: Aviva, Diane, Harry

3. Dêûbav: Wîllîam û Else

4. Pîşe: teorîsyenê ziman û nivîskarê siyasî

5. Jidayîkbûn: 7ê Çileya Pêşîna sala 1928an

6. Hevjin: Carol Dorîs Schatz (koça dawî 2008)…

7. Perwerde: Zanîngeha Pennsylvania û Zanîngeha Harvard´ê.

8. Pirtûk û xebatên hilbijartî: ”Syntactik Atructures” 1957, ”Faful Triangle” 1983, ”Manufacturing Consent 1988…

9. Mijara sereke: rêzimanê genetîf, dîroka zimannasiyê, dengnasî/fonolojî, felsefeya ziman, nivîskariya siyasî…

 “Yek ji dersên herî zelal ên dîrokê ew e ku maf nayên dayîn, bi zorê têne bidestxistin (girtin)”.

 “Divê Kurd tenê baweriya xwe bi çiyayên xwe bînin”

“Divê Kurd ji bo serxwebûnê bibin yek”

“Divê Kurd yekitiya xwe pêk bînin ji bo serxwebûna Kurdistanê”

“Armancek heye ku mirov dîrokê berevajî bike û bide xuyakirin, ew beşek e ku mirov fêr dibin ku ew nikarin tiştekî bikin, ew tenê li benda mirovekî mezin e ku were ji bo wan  bike.”

”Civat çiqas azad be, bikaranîna hêzê jî zehmetir e”.

 “Welatekî belengaz nî ne, tenê sîstemek heye ku nekariye desthilatdariya welatê xwe birêve bibe.

”Gel çiqas azad bibe, ewqas jî serî li tirs û propagandayê dide”.

”Bê wekhevî demokrasî pêk nayê”.

”Divê em li lehengan negerin, divê em li ramanên baş bigerin”.

”Azadiya bê derfet diyariya Şeytan e û dayîna derfetên wisan sûc e”.

2. Jiyana bav û dêya  Noam CHOMSKY

Bavê Noam CHOMSKY ji ber Şerê Cîhanê yê yekem ji Rûsyayê direve Amerîkayê û li wir di dibistanên cihûyan de mamostetî kir. Bi gotineka din, di sala 1913an de xwest ku ji xizmeta artêşa Rûs û eskeriyê xwe dûr bixe, berê da Amerîkayê û li wir wek mamoste li dibistanên seretayî yên cihûyan de xebitî. Noam CHOMSKY bi kevneşopiyên Cihûyan di malbata xwe ya demokratîk de mezin bû. Noam CHOMSKY pîşeya bav xwe bidomîne da ku çandeka mirovahiyê wenda nebe. Wezîfeya we kurdan jî wek ya wî ev e ku em mîrateya bav û kalên xwe bidomînin da ku çandeka mirovahiyê wenda nebe. Bavê Avram Noam CHOMSKY, Wiliiam (Ze´ev) Chomsky di sala 1897an de li Kupolê li parêzgeha împaratoriya Rûsyayê ku niha erdê Ukrana´yê ye, hatiye dinê. Ew 15ê Çileya paşîn a sala 1897an de ji dayikê bûye û di 19ê tebata sala 1977an de koça dawî kirîye. Wî di 81ê saliya xwe de koça kir, lê mîrasa wî ji nifşên nû re ma. Navê wî yê din Ze´ev bû. Piştî demekê fînansekirina xwendina xwe ya li Zanîngeha Johns Hopkinsê bixwe da û dest bi xwendina zanîngehê kir. William Chomsky piştî demekê diçe Philadephiayê li wir dibe rektorê dibistana olî ya Îsraîlî. William Chomsky mirov pir germ, nerm, dilsoz û lîberal demokrat bû û girîngiyeka mezin dida perwerdekirina mirovan da ku mirov di ramanên xwe de azad, serbixwe û bi dilxwazî beşdariya xwendin û çalakiyan bibin. Jiyan ji bo her kesî/herkesê bi watedar û nirx be. Di 19ê tebata sala 1927an de, Wiliiam (Ze´ev) Chomsky bi Elsie Sumonifky re zewicî. William 29 salî bû û Elsie 23 salî bû. Elsie Sumonifky1906an li Amerîkayê bi cîh bû û li wir mezin bû. Ew jî mamoste bû û li Gratz Collegê dersê dida. Du kurên wê hebûn. Noam CHOMSKY zimanzan û David Elî Chomsky doktor bû. Sala ku hevjina William Chomsky mir, ew bi Ruth Schendelê re zewicî. Wlilliam (Ze´ev) Chomsky di 19ê tîrmeha sala 1977an de li mala xwe ya li Philadelphiayê mir. Dema ku ew mir 81 salî bû û niha kurê wî Avram Noam CHOMSKY 95 salî ye. Pirtûka CHOMSKY ya herî navdar, bi zimanê Îbranî ye û ev pirtûka herheyî di sala 1957an de hat çapkirin. Dayîk û bavê CHOMSKY koçberên Cihûyên Aşkenazî bûn. Navê bavê CHOMSKY Wîllîam bû û ew di sala 1913an de ji bo ku xwe eskerî/leşkerıyê dûr bixe ji Rûsyayê reviya, hat Amerîkayê, ba ”Dewletên Yekbûyî”. Dema ku William hat li Amerîkayê bi cîh bû û ew li Bakktimiresê, Sweatshopsê xebitî. Dayika CHOMSKY li Rûsyayê ji dayîk bû û li wir bû mamoste. CHOMSKY li malbateka Cihûdî ya xwende, pirzimanî û pirçandî mezin bû.  CHOMSKY di zaroktiya xwe de  hînî zimanê Îbranî bû û di nav çanda Cihûyan de bû xwedî ramanên kûr bû. Ew beşdarî nîqaşên malbatî yên li ser siyaseta sîyonîzmê bû, tevgera navneteweyî ya ku piştgirî dide pêşveçûna neteweya Cihû û serbixwebûna wê dixwest. CHOMSKY dêûbavên xwe wekî ”demokratên tîpîk binav dikir, lê kesên din û xizmên wî, bavê Noam CHOMSKY wek çepgirê siyasetê nas binav dikirin.

3. Rêzimanê genetîf, rêzimanekî transformasiyon û qaîdeyên hevpar

Avram Noam CHOMSKY bi teoriyên cûda yên zimannasiyê re eleqedar bû û li Zanîngeha Harvardê xwend. Ew di navbera salên 1951 û 1955an de xwendekar bû. Gotara wî ya yekem a akademîk, ”Sîstema Analîza Hevoksaziyê” bû. CHOMSKY di sala 1955an de wekî alîkarê profesorê li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê dest bi kar. Li wir pirtûka xwe ya yekem bi navê ”Structures Syntacticçap kir. Rêzimana veguherîner, rêzimaneka transformasiyon e, di sala 1957-an de bi weşandina pirtûka "Structures Syntactic" ya Noam CHOMSKY dest pê kir û derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Rêzimana Chomsky, rêzimana ku hemû hevokên rêzimanî yên zimanî çêdike û di pratîkê de tê bikaranîn e. Li gorî tenê celebê mirovan dikare bi fêrbûna ziman fêrî danûstandinê bibin. Bi teqlîdkirin û dubarekirinê mirov fêrî ziman nabe. Dema zarok dest bi dengkirin û axaftinê dikin, ne bi dûbarekirin an fêrbûnê, lê bi çalakkirina yekîneya xwe ya biyolojîk fêr dibin. Pêşveçûna ziman bi taybetmendiyeka serbixweyî ve girêdayî ye. Li gorî zimanzan Avram Noam CHOMSKY di avakirina hemû zimanan de taybetî û qaîdeyên hevpar hene. Ev qaîde xwezayî ne, ji sîstemeka gerdûnî û prensîpan pêk tên.  Noam CHOMSKY bawer dike ku  mirov bi xwezayî, bi karê xwezayî ve  girêdayî ye. Faktorên derveyî hene ku di mezinbûn û pêşveçûna hemû organîzmayan de rola xwe dileyizin. Sê faktorên herî girîng hene: pêkhateya genetîk, bandora hawîrdorê û qanûnên xwezayê çawa dixebitin. CHOMSKY destnîşan dike ku di cewhera mirovan de kokên bingehîn hene…Ev dîtina wî ji hêla fîlozofê rûsî Peter Kropotkîn  ve hatiye nîqaşkirin û ketiya rojeva cîhanê.

Ramana CHOMSKY li ser nîqaşa Gramera kognîtîfê çi ye?

Gramera  kognîtîf çi ye? Rêzimana avakirinê çi ye? Semntîk çi ye?

Rêzimana derûnî çi ye? Zimannasiya CHOMSKY li ser çi ye?

4.Transformasiyona rêzimanî û rexneya rêzimana gerdûnî

Gramera  Gerdûnî çi ye? Gelo rexnegirên teoriya CHOMSKY hene?

Teoriya Noam CHOMSKY a ”Rêzimana genetîf”, gerdûnî ye. Teoriya wî ev e ku em hemû bi rêzimanên xwerû ên bîyolojîk ve hatin çêkirin/afirandin û ev yek pêşkeftina zimanê zarok an salmezinan hêsan dike. Ew bawer dike ku rêziman bi esasî di mêjiyê me de tê qaîdkirin/kodkirin û dikeve kûrahiya mêjî. Di bingeha xwe de teoriya wî ya ”rêzimana generatîf” ew e ku ku mirov çawa fêrî danûstandinê dibin, bi ramanê ku em bingeha zanina xwe pê ava bikin, divê hin zanyariyên bingehîn jixwe hebin da ku em zanyariyên nû ava bikin.

CHOMSKY destnîşan dike ku taybetmendiya zarokan a di xwezayê de ziman e û ew bi zimanî ji dayikê bûne. Noam CHOMSKY  kî ye, rêzimana çêker û bandora teoriya wê çi ye?

Noam CHOMSKY bawer dike ku rêzimana gerdûnî  ya çêkirî ku ji dayikbûnê ve di mêjiyên zarokan xwe de tê qaîdkirin/kodkirin. Li gorî teoriya CHOMSKY zarok bi qabîliyeta axaftinê ya cewherîya hundirîn tên dinyayê. Zarok dikarin strukturên ragihandinî yên zimanî fêr bibin. Teoriya ziman a CHOMSKY ji aliyê gelek zimanzanan ve tê rexnekirin û gelek pispor dibêjin ku ew teoriyek e ku faktorên girîng ên fêrbûn û hawirdora civakî li ber çavan nagire. Teoriya wî ya bidestxistina zimanî hem heyranî û hem jî rexne li xwe girtiye. Vebijarkên CHOMSKY çi ne? Armanca wî çi ye?  Rêbaza wî ya ji bo fêrbûnê çi ye?

Teoriya psîkolojiya CHOMSKY çi ye? 

Sê ramanên girîng ên CHOMSKY ev in:

1. Ya yekem ji van ramanan  ev e ku hiş (hizir)  zanînî ye, di nav xwe de rewşên derûnî, bawerî, guman û met dihewîne.

2. Ya duhem CHOMSKY angaşt kir ku taybetmendiyên herî girîng ên ziman û hiş di me de cewherî ne. Ji ber vê yekê awayê rêziman û zimanê me di pêşkeftina xwezayê têne avakirin.

3. Ya sêyem jî hişên zarokan kognîtîf e. Wekî encamek, Chomsky dev vê romanê  berdide ku pêvajoyeka din a kognîtîfê dikare bigihîje her agahdarîyê. 

Li gorî teoriya innantîst a CHOMSKY, ziman taybetmendiyek e ku her mirov hîna ji dayîkbûna xwe xwedî  derdikeve. Ev teorî bi tevahî li dijî behavirîzma Skinner e ji ber ku behaviorîzm dibêje ku ziman bi fêrbûn û dubarekirinê tê bidestxistin.  Parastina ziman ji peymanê girîngtir e.  Hizra CHOMSKY hem rast û hem jî xelet e. Bi dîtina min, îfadeyên zimanî  bi temsîlên derûnî ve girêdayî ne, lê ji bo hebûneka civakî ya mirov, pêdivê  ye ku ziman jî li ser tiştên li cîhanê be. Ji bo Noam CHOMSKY ziman ne navgîna ragihandinê ye. Ew di wê baweriyê de ye ku ziman bêhtir ji bo afirandin/avakirin û şirovekirina ramanan/hizran ye.

5. Avram Noam CHOMSKY, Ramanên Feylosofan û Dewleta Kurdî

Feylesof, profesor Avram Noam CHOMSKY dinivîse, dibêje: "rewşenbîr ew in ku di rewşekê de derew, sedem, plan û armancên veşartî yên dujminên xelqê eşkere dikin û analîzê dikin ji bo bikaribin plana dujminên xwe têk bidin. Li vir mijar Erdogan û Tirkiye ye. Feylesof, Prof. Slavoj ZIZEK jî li dijî terorîzma dewleta tirk û dashê-dewleta îslamê dûnyayê dihejîne û piştevanîya kurdan dike. Ez / Maruf YILMAZ bixwe li dijî hemû metodên zilm û zorê me.  Abdulah Ocalan di mijara dewletê de li hemberî ramanên Noam CHOMSKY, Engels û Marx e. Ew avakirina dewleta Kurdistanê red dike. Tu têkilîya vê redkirinê bi zanistîyê re nî ne. Tirkîye jî avakirina “Dewleta Kurdî” red dike. Feylesof, Prof. Noam CHOMSKY serxwebûna Kurdistanê rast û pêwîst dibîne. Abdullah Ocalan, Epikuros Platon, Sokrates, Aristoteles, Hegel, Kant û zanistên cîhanê jî nas nake, heke nas bike. Mijara dewletê her dem di felsefeyê de bûye beşeka girîngtirîn. Dewlet di dîrokê de ji alîyê feylesofên navdar ve hatîye gotûbêjkirin û saziyên wê hatin rexnekirin. Bi dîtina min, pirsgirêka dewletê, pirsgirêka gelên cîhanê ye. Pirsgirêkeke dîrokî ye. Tê zanîn ku feylesof Noam Chomsky, alim û zanistên cîhanê li ser mijara dewletê dixebite û di pirtûkên xwe de jî dinivîsîne. Chomsky li dijî hemû formên dewletên dîktator, monarşiyên cîhanê ye, lê di rewşa niha de ji kurdan re dewletê dixwaze. CHOMSKY bi dîtinên xwe yên li ser anarkîzm û anarkosendîkalîzmê tê naskirin. Anarşî ramana azadbûn û ji hukumeteka mezin a federal veqetandin e. Damezrênerê ramana siyasî ya anarşîst fîlozof Pierre-Josehp Proudhon e.  Dewleta ku ez dixwazin aqilê wê fîlozof in û bedena wê xelq e. Desthilatdariya herî baş û aqilane ya fîlozofan e. Fîlozof hem ji aliyê desthilatdaran û hem jî, ji aliyê gel ve bêkêmasî têne dîtin.  Hegel (2012) ji wisan dinivîsîne: “Tenê di dewletê de mirov xwedî hebûneke aqilane ye…Platon di pirtûka xwe ya bi navê ”politheia” de behsa rêveberîya dewletê û rola feylezofan dike. Arîstoteles di xebata xwe ya bi navê ”Poliika” de bi pirsgirêka dewletê ve mijûl dibe û destûr û qanûnên Atînayê amade dike.

Di Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de romantîzma neteweyî ya avakirina dewleteka Kurdî heye. Di dema Antîka yewnanî de feylesofên mezin ên wek Platon, Arîstoteles û Sokrates hebûna dewletê pêwîst didîtin. Romantîzma neteweyî îfadeya hunerî ya neteweperwerîyê ye, wekî şaxeka neteweperest a romantîzmê ye. Ehmedê Xanî ji ”Dewleta Kurdî” zêdetir Îslam û çanda îslamê diparêze, lê Ferdousî çanda Îran, efsane, navên Îrana kevnar û cejnên neteweya xwe bi hawayekî hunerî hanî rojevê û neteweya xwe pê bilindtir kir. Lêkolînerên kurd kopîya yên tirk in. Di derbara Ehmedê Xanî de jî pêwîstîyên xwendekarên kurd bi teorîyên nû heye. Hacî Kadirê Koyî ku jîyana xwe li Stenbolê bi Bedirxanîyan re derbas kir, li cem vê malbatê Mem û Zîn a Ehmedê Xanî jî xwend û yek ji sembola  neteweperstîya kurd Hacî  Kadirê Koyî ye. Ramana neteweyî ya Şerefxan Bîtlîsî, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û Hacî Kadirê Koyî avakirina bingeha neteweperestiya kurd e.

Lêkolînerên Huner û Mirovayetî di sala 1992an de ragihandin ku CHOMSKY  zanist û feylosofê  zindî yê herî navdar ê cîhanê bû.  Tenê Marx, Shakespeare, Arîstoteles, Platon û Freud bêhtir hatine xwendin. CHOMSKY di şerê Vîetnamê de li dijî Amerîkayê dest bi xwepênîşandanê kir. Di sala 1967an de Noam CHOMSKY li dijî Pentagon, Washington DC, tevî rewşenbîrên din ên di nav xwepêşanderan de meşiyan, çalakvanê siyasî Marcus Raskîn, CHOMSKY (bavê Noam CHOMSKY), nivîskar Norman Mailer, helbestvan Robert Lowell û çalakvanê li dijî şer Sidney Lens, xwepêşanderê aştiyê Dagmar Wilson û Dr. Benjamin Spock li wir  bûn û li dijî şerê Vîetnamê bûn. Navdartirînê cîhanê yê ronakbîr Stephen HAWKING e. Avakarê Microsoft Rick Bowmer digel Bill Gates xwediyê 10, 5 milyar dolar in. Çend kesên ronakbîr ev in:  James Woods mirovekî navdar e û ew leyistikvan e. Richar G. Rosner nivîskar e û ew di van salên dawîyê de bi Jimmy Kimmel re kar dike. Ji bilî kesên jorîn navdartirîn ên cîhanê ku bûne mîjaran lêkolîneran ev in: Carl von Linnê, Aristotes, Napoleon, Julis Caesar, Platon, William Shakespeare, Albert Einstein, Dalai Lama…

   6. Trump, Erdogan, CHOMSKY,  terorîzma  navneteweyî ya dewletan û Kurd

Rewşenbîrê Cihû – Amerîkî Avram Noam CHOMSKY Erdogan wek serokekî tehlûke, xeternak û kurdkuj dibîne. Rexneyên Erdogan li dijî wî û rewşenbîrên din e, ji ber ku ew piştgirî didin neteweya kurd li Tirkiyê û li beşên din. CHOMKY vexwendnameya Erdogan a ji bo serdana Tirkiyê red kir û got:  ”heke ez biryara çûna Tirkiyê  bidim, dê  ne li ser vexwendina Erdogan be, dê li ser vexwendina mûxalifên leheng ên gelê kurd  be ku bi salan e di bin êrîşên giran de ne”. Akademisyenê Amerîkî Cihû-Noam CHOMSKY îdia kir ku Erdogan di mijara terorê de standarên dualî bikartîne û ji bilî vê jî Erdogan alîkariya DAIŞê kirîye. Wî daxwaz kir ku dewleta tirk dev ji komkujî, kuştin, zilmkirin,  zîndankirin û sirgûnkirina gelê Kurd berbide. Erdogan li hemberî rexneyan helwesteka çawa nîşan da? Dema ku dewleta tirk akademisyenên rexnegirên siyaseta kurd digire, hingê Avram Noam CHOMSY ji akademisyen û neteweya Kurd  re xwedî derdikeve. Erdogan li dijî helwesta CHOMSKY derket û wî bi tohmeta propagandaya terorê binav kir. Her serokkommar an serokdewlet dibêje em aşitıyê dixwazin. Hîtler jî aşitiyê dixwest. Lê aşitiçawa?

Noam CHOMSKY zimanzan, feylesof, zanyarê zanînê, dîrokzan, çalakvanê siyasî û yek ji rewşenbîrên herî bibandor ê cîhanê ye. Ew profesorek li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê ye.  Avram Noam CHOMSKY zimanzan, feylesof, mantiqzan, şırovekarê siyasî, rexnegirê civakî, dîroknas, çalakzan û parêzkarê dadmendiya civakî yê Cihû- Amerîkî ye. Gelek lêkolîner wî wek ”bavê zimannasiya nûjen” bi nav dikin. Ji aliyê îdeolojîk ve, Avram Noam CHOMSKY xwe bi anarkosendîkalîzm û soyalîzma azadixwaz re digihîje hev. Ji piçûkatiya xwe ve bi anarşîzmê re eleqedar bûye. Di şaristaniya me her tişt de ji bo ku em ji propagandaya siyasî bawer bikin hatiye sazkirin, lê ramanên weha dikarin zirarê bidin mîrasa çanda me ya rewşenbîrî û mirovahiyê. Li gorî CHOMSKY şeroja mirovahiyê û terorîstên herî mezin ên cîhanê mijareka girîngtirîn e. Terorîzma çanda siyasî Îran bixwe ye. Li cîhanê gelek dewletên terorîst hene. Lê belê Îran dewleteka terorîst e, wek ku hikumetên rojavayî û medyaya cîhanê bi heqî îdia dikin, lê Tirkiye û Sûriye jî dewletên terorîst in. Dîtinên CHOMSKY li ser Bakurê Sûriyê di dema Trump de pir balkêş in. Li gorî wî Trump rê da Tirkiyê ku Bakurê Sûriyê dagir bike. Biryara Trump a ji nişka ve xîyaneteka din a Amerîkayê ye.

Bavê Avram Noam CHOMSKY û zarokên xwe li Kopel, herêma Grodnoya Rûsyayê dijîyan. Noam CHOMSKY di 7ê Çileya Pêşîna sala 1928an ji dayikê dibe.  Dr. William CHOMSKY û hevjina xwe Elsie Simonofsky di sala 1913an de ji Phiaadelphia, Pennsylvania, Rûsyayê reviyabûn û hatibûn Amerîkayê. Bavê Noam CHOMSKY ji leşkeriya Rûs ditirsîya û ji ber vê yekê reviyabû hatibû Amerikayê û li wir bicîh bû. Piştî demekê li Zanîngeha John Hopkînsê xebitî û bû mamosteyê dibistanê yê zimanê îbranî. Demek derbas dibe, dihizre, dixwaze vegere welatê bav û kalan; pir bêriya welatê xwe dike ji lewre digel hevjina xwe berê xwe didin welatê bav û kalan, welatê xwe ya Civata Mihveh Îsraelê û li wir Dr. William CHOMSKY dibe rektorê dibistanê. Dr. William CHOMSKY di sala 1955an de dest bi Koleja Dropê dest bi lêkolînên Cihû kir û di ber de jî dersa zimanê îbranî dida. Ew di 1969an de li Gratsê bû teqawît bû. Lê mîrasa wî berdewam dike, kurên wî Noam CHOMSKY, David CHOMSKY û nebiyên wî didin ser şopa wî û berdewam dike.  Di siyaseta cîhanê de maf û cihê bihêztir CHOMSKY e. ji ber ku ew digel kurdan û gelên bindest ku ji bo mafên xwe yên neteweyî/mirovane têdikoşin e. CHOMSKY ji bo cîhaneka însanîtir û azadîxwaz têdikoşe. Lî gorî wî em di demeka herî dijwar û xeternak de dijîn.  Li dûnyayê gelek neteweyên wek kurdan hene ku ji hemû mafên xwe

bêpar in.

Dr. Maruf YILMAZ

 

 

 

               

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:56:16
x