Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bombebaranê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê bi awayekî hemwext herêmên Qendîl, Gare, Xakurk, Metîna û Asosê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bombebaran kirine.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku di wan 37 cihên cuda bombebaran kirine.
PKKyê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî belav nekiriye.