Amerîka serdana Îraqê û 18 welatên din li welatiyên xwe qedexe dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê haydarînameyek arasteyî welatiyên xwe kiriye, daxwazê jê dike ku serdana 19 welatan nekin, ku Îraq jî yek ji wan welatan e.

03.07.2024, Çar - 10:19

Amerîka serdana Îraqê û 18 welatên din li welatiyên xwe qedexe dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê di ragehandinekê de haydarî daye welatiyên xwe ku xwe ji geştkirinê ji bo 19 welatan biparêzin, ku şeş ji wan welatên Erebî ne û Îraq jî yek ji wan welatan e.

Li dû wê lîsta ku Wezareta Derve ya Amerîkayê parve kiriye, ji ber hebûna gefan û metirsiya terorê, revandin û metirsiya li ser jiyana wan, nabe welatiyên Amerîkayê serdana Îraq, Lîbya, Sûriye, Somal, Yemen û Sûdanê bikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê her di wê lîstê de haydarî daye welatiyên xwe û wan hişyar dike ku serdana Îran, Bîlarûs, Rûsya, Evganistan, Koreya Bakur, Ukrayna û Venzuelayê jî nekin.

Ji ber berdewamiya şerê Xezzeyê û gefên leşkerkêşiya Israîlê ji bo başûrê Libnanê, aloziyên Rojhilata Navîn metirsîdartir bûne. Berî du rojan Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê gefên destpêkirina êrîşan ji bo ser hêzên Amerîkayê û berjewendiyên wî welatî li Îraqê ragehand.

 

Vî nûçeyê tevayî: 114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:22:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x