Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan!

Zana Azadî; di 10ê Berfbarîna Pêşî a 2015 an de, di "Med Nûçe" de digot: "Divê em nehêlin kesên wek Tahîr Elçî û Altan Tan ku PKK rexne dikin li Kurdistanê bijîn"(!) Piştî 18 rojên a vê gotina Zana Azadî; di 28ê Berfbarîn a Pêşî sala 2015 an de Tahîr Elçî hate qetil kirin!

Şeyhmus Ozzengîn

13.06.2024, Per | 13:03

Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan!
Nêrîn Belav bike

Tahir Elçî, 9 sal berê, li ber çavê milîyonan hat qetilkirin. Di eynî demê de “şerê xendekan“ wek tofanekê, kuçe û navçeyên bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê dabû ber xwe. Malên kurdan biserserên wan de dihatin hilweşandin, zarokên kurdan di xendekan de dihatin qetilkirin. Malbatên ku mercen wan yên revê hebûn, lihêfên wan li ser pişta wan û zarokên wan di hinbaza wan de, di destê wan de herêma şer terk dikrin.

Serok û wekîlên wê demê yên HDPê diqîrîyan û digotin; „nerevin, nerevin tirsonek no, îro roja xîretê ye, li ber xwe bidin“(!)

Payîzek sar bû. Lîstik liser lîstikê li ser serê Kurdan dihat lîstin. PKK û beşek ji dewleta tirkan konseptek nû xistibûn pêsîra kurdan bihev re. Tahir Elçî, ev konsept didît û dijî vê konseptê bû. Li gel miletê xwe cîh digirt û dibû dengê miletê xwe. Ew hêzên hevpar yên vê konseptê bi hev re Tahir Elçî kirin qûrban. Hêlek wan biryar da, hêlekê çek hilgirt û hêla din bal kişand ser Tahir Elçî. Girseya Kurd terorîze kirin, dengê li henber „qetliama şerê xendekan“ qut kirin bi hev re.

Zana Azadî; di 10ê Berfbarîna Pêşî a 2015 an de, di "Med Nûçe" de digot:

"Divê em nehêlin kesên wek Tahîr Elçî û Altan Tan ku PKK rexne dikin li Kurdistanê bijîn"(!)

Piştî 18 rojên a vê gotina Zana Azadî; di 28ê Berfbarîn a Pêşî sala 2015 an de Tahîr Elçî hate qetil kirin!

Gelo hîn hûn li Kujerê Tahir Elçî digerin?

Herin "Med Nûçe" û bipirsin ku Zana Azadî kîye?

An jî hûn bi xwe li ser nasnameya Zana Azadî lêgerînê bikin! Cîhê wî medya PKK ye.

Piştî qetilkirina Tahir Elçî, HDP bi hemû giregirên xwe re di pêşewazîya termê Tahir Elçî de cîhên xwe girtin. Hêsrên çavên wan, wek hêsrên sêhirbazan dirijîyan û bangî kurdan dikirin:

„Li henber qetlîamên ku li ser gelê me dimeşe, li hemû navçe û bajaran, emê hemû sazîyên rêxistina xwe daxin kolanan. Li henber sîyaseta qatliaman, bê rawest emê çalakîyan lidar bixin!“ (28 Mijdarê 2015- BDP)

Rojê salên 1992 û heta 1999an di bîra me de ye. 17 hezar dosyayên mîna dosyaya Tahir Elçî hene, hemû di refan de rizîyan e! Nav li van dosyayan kirine, „Kurbanên bê kûjer“(!) Dosya Tahir Elçî jî ket nav van dosya, piştî 9 salan!

Tahir Elçî, ji terefê dewleta tirkan de di 20ê Cotmeha 2015 de hat desteserkirin. Demek di bin çavan de ma û hat berdan. Ev berdan, biryara kujtina Tahir Elçî bû. Piştî vê biryara berdana Tahir Elçî, mehekê Kujerên tahir Elçî li ber çavên me gişan tahir Elçî qetil kirin. Yên çek di destê wan de dîyar bûn. Me li wan û çekên didestên wan de didît. Herkesê ku li wir û yên ku zînde temaşe dikirin li daxûyanîya Tahir Elçî guhdarî dikirin.

Çi digot Tahir Elçî?

"Vê herêma dîrokî ji pir medeniyetan re bûye dergûş, mahzûbantî kiriye vê herêma qedîm. Di vî mekanê mirovatiyê de em şerê çekdarî, operasyonan naxwazin. Bila şer û bihevçûn, çek,operasyon ji vê herêmê bidûr bisekinin."

Di orta rojê de, li ber çavên herkesî; Baroya Amedê daxuyanîyek çapemenî lidar dixe.

Du grûp (Dewleta tirk û PKKyî) bi çekan tên dora cîhê daxuyaniya çapemeniyê...

Daxuyaniya çapemeniyê destpê dike: Her dû grûb jî dest bi şerê çekdarî dikin!

Hedefa wan Tahîr Elçî ye. Tahir Elçî bi guleyek qestdar ji serê xwe de birîndar dibe û li ber lingên minara dîrokî dirêj dibe li erdê, di cîh de can dide. Kûjer profesyonele, divêtîya pir gulan nabîne. Tenê bi berikekê li serê Tahir Elçî nîşanê digire.

Ma miletê Kurd, Amedîyan ew roj jibîr kir?

Rojnameger, ronakbîr û pîsporên kurdan ew roja kambax, ew qetlîama şerê xendekan jibîr kir?

Tahir Elçî; li her derê, li her pîlatformê bi zelalî, li henber kurdkujîya şerê xendekan“, ev baweriya xwe tanî ziman û neditirsîya û rexne dikir. Ewên ku ji helwest û daxuyanîyên Tahir Elçî ditirsîyan, wan Tahir Elçî Kujt. Kî ne evana: Emê ji îtîrafa Salahattin Demirtaş, wan eşkere bikin. Em dizanin lê dewleta tirkan û dadgehên wan nizanin!

Salahattin Demirtaş, di parastina xwe de li ser komkujîya kurdan a xendekan hinek tişt zelal kir. Di eslê xwe de di serî de min nivîsîbû ku devlet û PKK li pişt Kurdkujîya xendekan bû. Lê S. Demirtaş bi devekî yek ji qadroyên vê pêvajokê a tevgerê, hinek tişt eşkere kir. S Demirtaş eşkere kir ku;

Bûyerên xendekan li henber îktîdarê ji bona kudetayek leşkerî Fetoyan, dewletê, hêzên dewletê yên leşkerî ku li herêmê û PKK bi hev re çêkir!“

Ewqes zelal têt ber me ku em liser rawestin, mixabin herkes dibîne, lê herkes ker û lal e! Têkilîya „kurdkûjîya şerê xendekan“ û kujtina Tahir Elçî du girêkên ku bi dû hev de hatine danîn bi xwe ne. Tahir Elçî kualisyona di navbera Dewleta tirkan û PKK de dîtibû û li pişt perdê li nav çavên wan dinêrî û digot, „welatê me hilneweşînin“! Ev li hesabê wan nehat.

Tahir Elçî Kurdperwerekî xaka Kurdistanê bû, wêrek bû. Gotina xwe venedişart. Aktorên „kurdkujîya şerê xendekan“, ji vê wêrektîya Tahir Elçî ditirsîyan û bi hev re biryara kujtina Tahir Elçî dan.

Dadgeha tirkan, Kujtinek ku li ber çavê milîyonan qewimî, dosya vê kujtinê jî danî ser dosyayên 17 hezar kurdan!

‘‘Kûjer ne dîyare, berat“(!)

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1845 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:10:30

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x