Li gorî agahiyên Ajansa Anadoluyê berpirsekî leşkerên Iraqê yê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ji bo di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya hêzên Iraqê bikin, 2 hezar leşkerên Amerîkayî gihîştine baregeha leşkeran a li Eyn Esed a li bajarê Enbarê.
Her wiha wî berpirsê diyar kir ku ew leşker wê ji bo kontrolkirina devera baregeha leşkerî ya li Eyn Esedê û navçeya Qaîm û li rojavayê parêzgeha Enbarê piştgiriyê bidin hêzên Iraqî.
Tê gotin ku li Iraqê niha nêzîkî 4 hezar leşkerên Amerîkayî hene, ku li çend baregehên leşkerî hatine bicihkirin û di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya hêzên Iraqê û Kurdistanê dikin.