Trump cezayên li ser Sûriyeyê rakirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya Serokatiyê ya ku cezayên li ser Sûriyeyê radike îmze kir.

01.07.2025, Sal - 11:33

Trump cezayên li ser Sûriyeyê rakirin
Nuçe Belav bike

Donald Trump gulana îsal di serdana xwe ya Rojhilata Navîn de ragihandibû ku Amerîka dê hemû cezayên li ser Sûriyeyê rake.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê îro ji Rûdawê re gotibû, “Serok Trump dê îro ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê biryareke serokatiyê derxe.”

Hat ragihandin Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya Serokatiyê ya ku cezayên li ser Sûriyeyê radike îmze kiriye û ceza rabûne.

Ev çend meh in hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daxwazê ji birêvebiriya Trump dike ku cezayan li ser wan kêm bike.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê meha borî rênimayên fermî yên ji bo kêmkirina hinek cezayên li ser bank, kompanyayên asmanî û Ehmed Şer bi xwe derxistibûn.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio berê ragihandibû ku sivikkirina cezayan bi çend mercan ve girêdayî ye.

Li gorî ku Rubio gotibû, hinek ji wan mercan “derxistina hemû çekdarên biyanî”, “radestkirina wan kesên ku Washington wan wekî terorîstên Filistînî bi nav dike” û “alîkarîkirina Amerîkayê ji bo rêgirtina li ber jinûveserhildana DAIŞê” ne.

Piraniya cezayên giran di du dehsalên borî de ji ber binpêkirina mafên mirovan û piştgirîkirina komên ku Amerîka wan wekî rêxistinên terorîst bi nav dike li ser desthilata Esed hatibûn sepandin.

Divê were gotin ku cezayên yekemîn vedigerin sala 1979an, dema ku Sûriye wekî "dewleta piştevana terorê" hatibû destnîşankirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:04:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x