Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku eger Îran "aşitîxwaz be û zererê nede", ew dikare dorpêçên li serê rake.
Donald Trump ji kanala Fox Newsê re li ser bipêşketinê rojevê axivî.
Trump diyar kir ku di pevçûnên ku bi êrişên Îsraîlê yên li Îranê dest pê kirin de her du alî jî pir westiyane û êrişên hewayî yên Amerîkayê yên li ser Îranê bi serkeftî bi dawî bûne.
Serokê Amerîkayê Trump her wiha ew îdiayên ku digotin Îranê beriya êrişan uranyuma dewlemendkirî veguhestiye cihekî din red kir.
Trump got, "Ji bo jiyanê, wan ji bilî xwe ti tişt neveguhestiye cihekî din. Wan nedifikirî ku tiştê me kir di rastiyê de pêkan bû."
Li aliyê din, Trump bi bîr xist cezayên li ser Îranê didomin, derbarê daxuyaniya xwe ya ku tê de gotibû Çîn dikare piştî agirbestê ji Îranê petrolê bikire, wiha got:
"Na, min wisa negot. Ceza hê jî di meriyetê de ne. Lê eger ew erka dikeve ser milê xwe bi cih bînin, eger aşitîxwaz bin û bi me re hevkariyê bikin, eger êdî zêdetir zererê nedin, wê demê ez dê dorpêçan rakim."
Li ser pirsa gelo di encama agirbesta Îran û Îsraîlê de welatên ku dixwazin tevlî Peymanên Abraham bibin hene yan na, Trump wiha bersiv da:
"Belê, niha li wir welatên bi rastî hêja hene û ez bawer dikim em dê dest bi tevlîkirina wan bikin ji ber ku pirsgirêka sereke Îran bû."
Trump got ku ew fikirîbû ku Îran jî dê rojekê tevlî Peymanên Abrahamê bibe û anî ziman ku ew niha nizane ka Sûriye dixwaze tevlî bibe an na.