Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey li Washingtonê di panelekê de got, bi agahdariya wan û HSD, Pêşmergeyên Roj çûne Rojavayê Kurdistanê.
James Jeffrey da zanîn jî, ew têdigihin nîgeraniya Tirkiyê û divê ew rewşê aramtir bikin. Li gor berê aniha rewş aramtir e.
Li ser gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê James Jeffrey got, her êrîşek li ser bakurê Sûriyê bîrekeyeke xirab e û dema ew li Enqerê bû ev helwest gihandiye berpirsên Tirkiyê û nûnerê Serokomarê Tirkiyê Erdogan.
Di 2 rojên bûrî de, nûçeya derbasbûna hejmarek Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanê hat belavkirin, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ew yek red kir.