Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel îro Sêşemê ji di bersiva pirsa peyamnerê Rûdaw got "Em ji aloziyên dawî yên li bakurrojavayê Sûriyeyê bi taybetî ji ber bandora wê ya li ser sivîlan bi fikar in."
Li gorî çavkaniyên herêmî yên Efrînê di encama şer û pevçûnên xwînî yên di navbera Tehrîr El-Şam û Feyleqa sêyem a Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de, nêzîkî 60 kes, ku 10 ji wan sivîl in, hatin kuştin.
Patel bal kişand tekez kir û got “Desteya Tahrîr El Şam rêxistineke terorîst e û pêwîst e karê xwe yê tundutîjî li navçeyê rawestîne.”