Amerîka keştiyên şerî dişîne rojhelata Deryaya Naverast

Amerîka çekî dişîne Israîlê û balafir û keştiyên şerî jî dişîne rojhelata Deryaya Naverast.

09.10.2023, Pts - 06:20

Amerîka keştiyên şerî dişîne rojhelata Deryaya Naverast
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden ferman li Wezareta Bergiriyê ya welatê xwe kiriye ku wekî piştevaniyek ji bo Israîlê keştiyên şerî nêzî Israîlê bike.

Di vî warî de Pentagonê ragehand, keştiya şerî ya Gerald Ford û keştiyên şerî yên pê re dişîne rojhelata Deryaya Naverast.

Ji bilî wê yekê jî balafirên şerî yên F16 û F35 şandine rojhelata navîn û dê hêza xwe li deverê zêdetir bike.

Ev di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Brîtanyayê û Şêwirmendê Almanyayê peywendî bi Serokwezîrê Israîlê kiriye û piştevaniya xwe ji wî re tekez kiriye.

Seet 6:00ê sibeha doh (Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê), balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re, operasiyona “Tofana Eqsayê” bo ser Israîlê dest pê kir. Televîvê jî soz da ku bi hêz bersivê bide.

Li gor zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Xezzeyê, hijmara kuştiyên êrîşa balê serbazî yê Bizava Hemasê bo ser deverên cuda cuda yên Israîlê, heta seet 8:36 ê îşev ji 700 kesan borî.

Wezareta Saxlemiyê ya Israîlê li ser hijmara birîndaran dibêje, heta niha 2048 birîndar hatine tomarkirin û rewşa 20 ji wan xirab e.

Supayê Israîlê jî li ser hijmara serbazên xwe yên kuştî amaje bi wê yekê da, heta niha 44 serbaz hatine kuştin.

Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê jî îro roja Yekşemê belav kiriye, hijmara kuştiyên êrîşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê gehiştiye 370 kesan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 427 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:17:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x