Nauertê diyar kir ku li herêma rojhilatê Sûriyeyê hin endamên YPGê yên dijî DAIŞê şer dikin, ber bi Efrînê ve diçin û got, "Tiştê ku li Efrînê diqewime dihêle ku li şûna têkoşîna dijî DAIŞê bala xwe bidin aliyekî din."
Berdevka amerîkî bal kişand ser ku agahiyên wan derbarê rêkeftina YPG û artêşa Sûriyeyê de tunene û li ser çûna hêzên YPGê ber bi Efrînê ve jî wiha axivî:
"Em dibînin ku hin hêzên em bi wan re kar dikin, ber bi Efrînê ve diçin. Têkiliyên wan ên malbatî hene, li wir girêdana wan a malbatî heye; dibe ku yek ji sedema vê ev be. Dubare em dibêjin, ev bala wan dide aliyekî din, lewra em niha nikarin wekî berê têkoşîna dijî DAIŞê bikin."