Amerîka alîkarîkirina YPGê bi derketina PKKê ji Şingalê ve girêdide

Hat zanîn ku Amerîka ji PKKê re gotiye, ew bi mercekî li ser alîkarîkirina YPGê berdewam dibin ku PKK ji Şingalê derkeve.

10.01.2017, Sal - 13:27

Amerîka alîkarîkirina YPGê bi derketina PKKê ji Şingalê ve girêdide
Nuçe Belav bike

Zêdetirî 2 salan e PKKê beşek mezin ji gerîlayên xwe li devera Şingalê bicîh kiriye û li wir di bin navê “Yekîneyên Berxwedana Şingalê” (YBŞ) de dimînin.

Ji par payîzê ve him Herêma Kurdistanê û xelkê Şingalê him jî hêzên hevpeyman daxwaz ji PKKê dikin ji Şingalê derkeve. Lê PKK heta niha guh nedaye ti kesî. Herî dawî Tirkiye û Iraq jî li ser derxistina PKKê li Şingalê li hev kirin. Serdana serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bo Bexdayê jî herî zêde bona wê mijarê bû.

Heftenameya Bas (soranî), di hejmara xwe ya nû de, ku îro derket, daye zanîn, beriya serokwezîrê Tirkiyê serdana Iraq û Kurdistanê bike, Amerîka bi tundî hişyarî daye PKKê û jê xwastiye, hêzên xwe ji Şingalê derxîne

Li gorî nûçeya Basê, şandeke Amerîka serdana Şingal û Qendîlê kiriye û bi eşkere ji PKKê re gotiye, eger hûn dixwazin Amerîka li ser alîkarîkirina YPGê berdewam divê hûn ji Şingalê derkevin.

Ji aliyekî din heftenameya Bas ragihandiye ku şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rayedarên PKKê re hevdîtin kiriye û her du alî derheqê kirîza Şingalê de gihîştine vê rêkeftinê:

Tevahiya gerîlayên PKKê, yên ku xelkê Sûriye û Tirkiyê ne, ji Şingalê derkevin û şervanên din jî, yên ku xelkê Şingalê ne, li wir bimînin lê di bin sîvana Wezareta Pêşmerge de bin. Mûçe û pêdiviyên wan jî ji aliyê Amerîka ve were dabînkirin ne Bexda.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:47:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x