Amerîka beşdarbûna civînên Astanayê red kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner got li ser navê Amerîkayê Balyozê Amerîka yê li Qazekistanê George Krol dê beşdarî civînên bibe.

21.01.2017, Cts - 19:14

 Amerîka beşdarbûna civînên Astanayê red kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ji bo civînên Astanayê şandê naşînin lê Balyozê Amerîkayê yê li Qazakîstanê dê beşdarî civanan bibe.Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku Amerîka beşdarbûna civînên Astanayê red kiriye.Hate diyarkirin ku Balyozê Amerîkayê yê li Qazakîstanê, dê beşdarî civînên Astanayê bibe û nûnertiya Washingtonê bike. Ev jî nûnertiya asta herî nizm e.Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner got li ser navê Amerîkayê Balyozê Amerîka yê li Qazekistanê George Krol dê beşdarî civînên bibe.

Mark Toner amaje kir ku ji ber rêûresma serokatiyê û hinek karên lezgîn ên pêvajoya demkî ji Washingtonê dê ti şand neçe civînên Astanayê.Ji aliyê din ve weke tê zanîn lijneya Îranê ji bo hevdîtinên Sûriyê îro gihîşt Astanaya paytextê Qazekistanê.Di daxuyaniya Balyozxaneya Astanayê ya Îranê da hat diyarkirin, lijneya di serokatiya Huseyn Cabir el-Ensariyê Alîkarê Wezîrê Karên Derva da ji bo hevtînin di 23yê mehê da tên kirin, gihîşt Astanayê.

Biryarê civînên Astanayê 23ê vê mehê li paytexta Qazekistanê bajarêAstanayê were lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:08:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x