Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkoff ragihand ku ew dê bi ti awayî rê nedin ku Îran uranyumê dewlemend bike.
Steve Witkoff ji kanala Amerîkayê ya ABCyê re li ser rewşa dan û standinên Îran û Amerîkayê axivî. Wî diyar kir ku ew dixwazin bi Îranê re lihevkirinekê bikin û wan niyeta xwe ya baş di vê mijarê de nîşan daye.
Nûnerê Serokê Amerîkayê got, "Xeteke me ya sor a pir zelal heye, ew jî mijara dewlemendkirina uranyumê ye. Em nikarin destûrê bidin ti rêjeyê, çi ji sedî 1 be jî, ji şiyana dewlemendkirinê."
Witkoff da zanîn ku derbarê berdewam nekirina bernameya dewlemendkirina uranyumê de ew ji bo dan û standinan bi Îranê re vekirî ne û got, "Cihê ku em lê radiwestin bi lihevkirineke bê dewlemendkirin dest pê dike.
Em nikarin destûrê bidin dewlemendkirinê ji ber ku dewlemendkirin rê li ber çêkirina çekan vedike."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Em dê pêvajoya dewlemendkirina uranyumê bidomînin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî ragihand ku daxuyaniyên Steve Witkoff ên li pêş raya giştî û axaftinên wî li ser masaya muzakereyan ne wekî hev in.
Wî daxuyand ku çi lihevkirin çêbibe yan jî nebe, Îran dê çalakiyên xwe yên dewlemendkirina uranyumê bidomîne.
Eraqçî di mesajeke ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kir de got: "Hevparên me yên Amerîkî xwedî mafê xwezayî ne ku her tiştê ku têra wan dike ji raya giştî re bêjin da ku aktorên bi niyeta xirab di gotûbêjên derbarê bernameya nukleerî ya aştiyane ya Îranê de bêdeng bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser wê yekê ku dikarin bigihêjin çareseriyekê ku dê tirsên li ser bernameya nukleerî ya Îranê heta hetayê garantî bike.
Eraqçî diyar kir ku dewlemendkirina uranyumê li Îranê, lihevkirin çêbibe jî û çenebe jî dê berdewam bike
Pêvajoya danûstandinan berdewam dike
Pêvajoya muzakereyên nukleerî di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dike. Tehran dixwaze ku di berdêla sînordarkirina bernameya xwe ya nukleerî bi awayekî ku pêşî li çêkirina bombeya atomê bigire sizayên li ser wê bên rakirin.
Rayedarên Amerîkî ku di daxuyaniyên xwe yên berê de ragihandibûn ku ew dê dewlemendkirina uranyumê ya di asta nizm de ji aliyê Tehranê ve qebûl bikin.
Divê were gotin ku di demên dawiyê de berpirsên Amerîkî diyar kir ku ew dixwazin Îran hemû çalakiyên dewlemendkirina uranyumê di her astê de rawestîne.
Îran jî tekezî dike ku çalakiyên dewlemendkirina uranyumê ya di asta nizm de nikarin bibin mijara danûstandinan.