Amerîka dê çiqas alîkariyê bide HSD, Pêşmerge û hêzên Îraqê?

Rêvebiriya Joe Biden di projeya budceya sala 2025an a Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de ji bo Pêşmerge û hêzên Îraqê 380 milyon û 758 hezar dolaran vediqetîne.

12.03.2024, Sal - 07:38

Amerîka dê çiqas alîkariyê bide HSD, Pêşmerge û hêzên Îraqê?
Nuçe Belav bike

Rêvebiriya Joe Biden di projeya budceya sala 2025an a Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de ji bo Pêşmerge û hêzên Îraqê 380 milyon û 758 hezar dolaran vediqetîne.

Herwiha dê 147 milyon û 941 hezar dolar jî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bê veqetandin.

Di projeya budceyê de bi tevahî 528 milyon û 699 hezar dolar alîkarî ji bo Pêşmerge, hêzên Îraqê û HSDyê hatiye veqetandin.

Projeya budceyê dê destpêkê bişînin Kongreyê.

Piştî ku Meclîsa Nûneran û Meclîsa Pîran proje kontrol û pesend kir dê ji bo îmzeyê here ber destên Serokê Amerîkayê Joe Biden.

Projeya budceyê dê piştî pesendkirina Joe Biden bibe yasa û sala pêşiya me were bicihkirin.

Alîkarî ji bo perwerde, rahênan û biçekkirina wan hêzan in ku bi DAIŞê re têdikoşin.

Di budceya salê 2024an de ji bo HSD, Pêşmerge û hêzên Îraqê 475 milyon dolar alîkarî hatibû veqetandin.

Dîsa sala 2023yan jî pişka van hêzan 475 milyon dolar bû.

Tê dîtin ku pişka HSD, Pêşmerge û hêzên Îraqê ya di budceya Amerîkayê de sala 2025an zêde dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:16:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x