Amerîka: Îdiayên Erdoganê komîk in

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner li ser gotinên, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku Hevpeymaniya Dijî DAIŞê bi piştgiriya DAŞê tohmetbar kiribû axivî. Toner got, ev komîk e.

28.12.2016, Çar - 05:35

Amerîka: Îdiayên Erdoganê komîk in
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) bersiv da, îdiayên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yên li ser 'Hevpeymaniya Dijî DAIŞê ya Navnetewî' alîkariya çekdarî dide gurbên terorîst ên li Sûriyê şer dikin ku DAIŞ jî di nav wan de ye.

Serokomar Erdogan Koalîsyona Navnetewî ya DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi piştgiriya DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst tawanbar kiribû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner di civîna rojane de li ser daxuyaniyên Erdogan got, 'Ev komîk e.'

Toner herwiha diyar kir, 'Em li pişt wê yekê ne ku DAIŞ ji sedî sed were tunekirin.'

Toner bal kişand ser biryara rakirina astengkirina şandina çekan bo hevpeymaniyan ku ji aliyê Obama ve hatibû îmzekirin û got, şandina MANPAD'an di wê biryarê de tune ye.

"Sekna me ya bo şandina MANPAD'an neguherî ye. Metirsîyên me yên kûr hene ku çekên bi vî rengî bikevin nav Sûriyê. Em ti cureyên MANPAD'an naşînin Sûriyê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:11:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x