Amerîka: Em hebûna PKKê li Şingalê wek astenga sereke dibînin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner, di civîna rojane de hebûna hêzên nêzî PKKê li Şingalê nirxand û got, ‘Em hebûna PKKê li Şingalê wek astenga sereke dibînin.’

28.12.2016, Çar - 06:22

Amerîka: Em hebûna PKKê li Şingalê wek astenga sereke dibînin
Nuçe Belav bike

Toner di nirxandina xwe de bal kişand ser wê yekê ku ‘Amerîka PKKê wek rêxistineke terorê pênase dike û divê li Şingalê ti roleke wê tune be.'

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyakirin ku ji bo hemû pêkhateyên herêmê bikarin vegerin cihê xwe pêwîst e hurmet ji lihevkirina siyasî re were girtin û wiha axivî: "Hêvî dikim ku hikûmeta Bexdayê jî ji bo pêkanîna aramiya Şingalê metirsiyên me parve dike.

Hêjayî gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibû, ti karekî PKKê li Şingalê nîne. Dîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dabû xuyakirin, heger PKK ji Şingalê venekişe dibe ku ew serlî li ‘hêza leşkerî' bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:48:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x