Amerîka: Em plana Iraqê agahdarbûn

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert derbarê rewşa Kerkûkê û derdora wê de axivî û diyar kir, ku ew ji plana Bexdayê agahdar bûn û ragihand ku hinek daxwazên rewa yên Kurdan hene.

20.10.2017, Cum - 09:10

Amerîka: Em plana Iraqê agahdarbûn
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di konferanseke rojnamevanî de li Washington DC ragihand ku li gorî destûra Iraqê pêwîst bû çend tişt bêne cîbicîkirin, lê heya niha jî nehatine cîbicîkirin.

Nauert got: “Di destpêkê de dixwazim vê bêjim, em hemû jî ji plana Iraqê agahdar bûn. Me dizanî, Iraq dixwaze vê bike û bi eşkere jî ragihandibû. Lewma tişta ku çêbû ne tişteke ecêb bû. Hinek ji wan ne di çarçoveya destûra Iraqê de ne û hinek tişt jî di sala 2014ê de beriya hatina DAIŞê rêkeftin li ser hatibû kirin. Hinek jî hatibû gotin, ku piştî nemana DAIŞê dê Iraq vegere ser hêlên pêş 2014ê.”

Heather Nauert bal kişande ser wê yekê ku Washington hêvî dike ku aliyên Iraqî ji bo çareserkirina pirsgirêkan li destûrê vegerin.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:00:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x