Amerîka: Me li Bexdayê fermandarekî Hizbulahê kuşt

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan êrişa li Bexdayê encam daye û di vê êrişê fermandarekî Hizbulahê hatiye kuştin.

08.02.2024, Per - 05:57

Amerîka: Me li Bexdayê fermandarekî Hizbulahê kuşt
Nuçe Belav bike

Şeva borî li Bexdaya paytexta Îraqê di êrişeke dronî de 3 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku otomobîlek hatiye bombebarankirin û sê fermandarên Hizbulahê hatine kuştin.

CENTCOMê li ser vê êrişê daxuyaniyek da û destnîşan kir, wan Hizbulah kiriye armanc ku ji êrişên li ser hêzên Amerîkayê berpirsyar e.

“Fermandarekî Hizbulahê hat kuştin”

CENTCOMê berpirsiyariya êrişê qebûl kir û da zanîn:

“Şeva 7ê Sibatê saet 21:30î fermandarekî Hizbulahê hat kuştin ku rasterast ji plankirina êrişên li ser hêzên me berpirsyar bû û herwiha beşdarî wan êrişan bûye.

Heta niha tu nîşaneyên ku zerer gihiştibe sivîlan nînin.”

CENTCOMê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar ku ew dê bersivê bidin êrişan û pê de çû:

“Amerîka dê ji bo parastina gelê me bi berdewamî gavên pêwîst biavêje.

Em dê dudilî nebin ji bo hesabpirsîna ji wan kesên ku gêfê li ewlehiya hêzên me dixwin.”

Li aliyê din, li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz dane kesên hatine kuştin ev in:

- Ebûbaqir Saidî, Berpirsê Mûşekan ê Hizbulahê û Berpirsê Operasyonan ê Sûriyeyê bûye

- Erkan Elyawî, Berpirsê Îstxibaratê yê Hizbulahê bûye

Helkewt Ezîz bêyî navê wî bide da zanîn, kesên sêyem ê ku hatiye kuştin jî Berpirsê Karên Derve yê Hizbulahê bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:32:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x