Amerîka: Piştî DAIŞê jî Mûsilê dê Iraq birêve bibe

Amerîkayê ragihand, hikûmeta Iraqê karûbarê Mûsilê ji piştî kontrol kirina ji DAIŞê, birêve dibe.

28.06.2017, Çar - 07:27

Amerîka: Piştî DAIŞê jî Mûsilê dê Iraq birêve bibe
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert aşkere kir, ti planeke Washingtonê bo birêvebirina Mûsilê ji piştî DAIŞê daneriştiye û ev yek ji erkê hikûmeta Iraqê ye.

Heather Nauert tekez kir, Amerîka di warê siyasî de ti planek bo Mûsulê ji piştî DAIŞê daneriştiye, hêzên wan li navçêyên rizgarkirî tenê mijûlî pakirina mîn û bombeyên DAIŞê dibin û kar bo vegera koçberên Mûsilê dikin.

Pêşketinên hêzên Iraqî li rojavayê Mûsilê berdewam e, piraniya taxan ji DAIŞê hatine rizgarkirin û tenê beşeke biçûk ji Mûsila Kevin di destê DAIŞê de maye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1854 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x