Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby daxuyakirin ku PKK li gor wan hê jî di statuya rêxistina terorê de ye û hem ji bo herêmê hem jî ji bo Tirkiyê xeterbûna xwe didomîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby di civîna rojane ya rojnamevanî de, bersiv da pirsên derbarê gefa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser Tirkiyê û herêmê.
Kirby bibîr xist ku ew hê jî PKKê di statuya rêxistineke terorê de dinirxînin û got, 'PKK li herêmê û bi taybetî jî ji bo Tirkiyê hê jî xeterbûna xwe didomîne. Em piştevaniyê didin Tirkiyê û têkoşîna wê ya dijî terorê.'