Artêşa Amerîka: Şerê Mûsilê wisa zû bi dawî nabe

Hêzên Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyê didin hêzên iraqî.

20.02.2017, Pts - 07:23

Artêşa Amerîka: Şerê Mûsilê wisa zû bi dawî nabe
Nuçe Belav bike

Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, şerê kontrolkirina bajarê Mûsilê di demek nêzîk de dawî pê nayê.

Îro yekşemî 19ê Sibata 2017ê, Artêşa Iraqê tevî hêzên Polîsê Federalî û milîsên Heşda Şeibî dest bi qonaxa sêyem a operasyona kontrolkirina Mûsilê kirin.

Armanca qonaxa sêyem a operasyonê, derxistina aliyê rojavayê bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê ye.

Piştî destpêkirina qonaxa sêyem a operasyona kontrolkirina Mûsilê, Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM)ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dê li ser pêşkêşkirina alîkariyên xwe bo hêzên iraqî berdewam bin.

CENTCOMê diyar kir, ku ew dê di aliyê dabînkirina çek û teqemeniyan de, herwiha dayîna zanyariyên îstîxbaratî û perwerdehiya leşkerî de alîkariya Iraqê bikin.

Li gorî daxuyaniyê, şerê kontrolkirina tevahya Mûsilê dê bo demek dirêj berdewam be, ji ber ku hêj bi sedan kes li wî bajarî û bi taybetî jî li rojavayê bajêr di bin zulm û terora DAIŞê de mane.

CENTCOMê herwiha bal kişandiye ser wê yekê, ku ji destpêka avakirna Hevpeymaniya Navdewletî ve û heta niha firokeyên şer ên hevpeymanan 10 hezar êrîşên esmanî li dijî navendên DAIŞê encam dane.

Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ew yek jî diyar kir, ku wan perwerdehiya leşkerî daye 70 hezar çekdarên iraqî.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:17:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x