Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 17'ê tebaxa 2017'an li gel şandeke Amerîkayê civiya û tekez kir, ku giştpirsî bandor li ser şerê dijî DAIŞê nake.
17ê Tebaxa 2017an li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya General Joseph Votel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandeke li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û General Dawnsend Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û Ken Gruss Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên serbazî ya artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.
Li gor daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka di axaftina xwe de ronahî xiste li ser pêşhatên siyasiyên navçeyê û guherîna hevkêşeyên hêzan û bi hûrî stratejiya serbazî û siyasiya Amerîkayê li ser navçeya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asya di qonaxa niha û paşarojê de ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xisterû.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Her di vê civînê de şerê dijî DAIŞê yê li Iraq û Sûriyê hate nirxandin û Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka pêzanînên xwe ji bo rola hêzên Pêşmerge ya di têkşikandina DAIŞê de hebû û ragihand ku hevpeymanan bi wê encamê gihîştîn, ew serkeftinên ku di operasyona azadkirina Mûsilê li hember DAIŞê de bi dest ve hat, bi bêhemahengî li gel Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêknedihat. Li beşeke din a axaftina xwe de bal kişand li ser serdana şanda Kurdistanê ya Bexda û hêvî xwest ku encama guftûgoyan hebe û xizmeta aramiyê bike û ew babeta cewheriya di navbera Iraq û Kurdistanê de heye bi rêya diyalogê bi erênî bê çareserkirin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin: “Di beşeke din a vê hevdîtinê de di derbarê şerê terorê de Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku rûbirûbûna terorê yek ji ewlewiyata Herêma Kurdistanê û proseya referandûmê jî bi tu awayekî bandorê li ser şerê DAIŞê nake û Kurdistan herdem û bi hemû hêzek ve amade ye ji bo rûbirûbûn û têkşikandina terorê û ji bo vê mebestê jî li gel hevpeymanan û Hikûmeta Iraqê di hemahengiyên berdewam de dibe. Eve jî xisterû ku serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê têgihîştina xwe ji bo têbînî û gûmanên Amerîka heye, lê belê di heman demê de pêwîst e Amerîka jî ji nîgeranî û biryar û îradeya xelkê Kurdistanê têbigihe.”