Biden dibêje ew ne amade ne ku F-16an bidine Ukraynayê

Joe Biden di hevpeyvîneke ligel medyaya welatê xwe de ragihand ku ew ne amade ne firokeyên şer F-16an bişînin Ukraynayê.

25.02.2023, Cts - 14:13

Biden dibêje ew ne amade ne ku F-16an bidine Ukraynayê
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevpeyvîneke ligel medyaya welatê xwe de ragihand ku ew ne amade ne firokeyên şer F-16an bişînin Ukraynayê.

Ev daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden di demekê de ye ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bang li Amerîka û hevpeymanan kir, ji bo ku bi Rûsyayê re şer bike firokeyên şer bidine wan lê rêveberiya Biden di wê baweriyê de ye ku hîn ne ew dema ye ku wê çekê bidine Ukraynayê. Biden û berpirsên Koşka Spî dibêjin di demeke nêzîk de pêwîstiya Ukrayniyan bi firokeyên şer F-16an nabe.

Biden di serdana xwe ya Polandê de di hevpeyvînekê de ligel medyaya welatê xwe li ser Zelensky got, “Tiştên artêşa me ya bi ezmûn difikire ku hewce dike, em jê re dişînin. Pêdiviya wê artêşê bi tankan heye, pêdiviya wê bi topavêjan heye, pêwîstiya wê bi parastina esmanî heye. Niha hewcedariya wê bi F-16an nîne.”

Roja Înê, di salvegera destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê de, rêveberiya Biden bi daxuyaniyekê cezayên nû li dijî Moskowê, hevsoziya xwe ya bi Ukraynayê re ragihand. Her wiha pakêteke din a 2 milyar dolarî ji bo şandina alîkariyên leşkerî bo Kyivê pesend kir.

Tevî hewlên berdewam yên Amerîka û hevpeymanên wê ji bo bihêzkirina Ukraynayê, ti nîşanek ji bo bidawîhatina şer xuya nake lê tê pêşbînîkirin ku di mehên bê de aloztir bibe, bi taybetî ku niha pêşveçûn û paşvekişîna her du aliyan kêm bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x