Biden: Em dê Îranê azad bikin

Serokê Amerîkayê Joe Biden di kombûneke alîgirên xwe de ragihand, “Em dê Îranê rizgar bikin”. Biden di demekê de ev axavtin kir ku alîgirên wî derbarê rewşa Îranê de daxwaz ji wî kirin helwêsta xwe nîşan bide.

04.11.2022, Cum - 04:50

Biden: Em dê Îranê azad bikin
Nuçe Belav bike

Joe Biden roja Pêncşembê 3ê Mijdara 2022an li eyaleta Niyo Meksîko (New Mexico) di çarçoveya kampînên bo hilbijartinên nîvwerzî yên Amerîkayê de ku dê roja Sêşembê bên lidarxistin, ji alîgirên xwe re gotarek pêşkêş kir.

Biden di wê kombûna cemawerî de got, “Xem nekin, em dê Îranê azad bikin”. Biden herwiha paşê got, “Ew bixwe (xelkê Îranê) di demeke pir nêzîk de dê xwe rizgar bikin”.

Di wê kombûna cemawerî de, beşek ji alîgirên Biden mobaylên di destê xwe bilind kiribûn ku li ser nivîsa Free Iran wate Îrana Azad hatibû nivîsandin.

Ew gotinên Biden di demekê de ne ku çalakvanên Îranî rêveberiya Koşka Spî rexne dikin û daxwaz dikin ku ji ber xwepêşandanan hewldanên ji bo çalakkirina rêkeftina etomî ya Îranê bên rawestandin.

Meha bihorî rêveberiya Biden ji ber tepeserkirina xwepêşanderan, ceza li ser hejmarek berpirsên Îranê sepand.

Piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji 17ê Îlonê ve heta niha ku 49 roj derbas bûne, xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî desthilatê li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bê navber berdewam bûne.

Brîtanya, Amerîka û Kanadayê beriya demekê bi tohmeta binpêkirina mafên mirovan, hin ceza bi ser Îranê de sepandin. Londonê di 10ê Mijdara 2022an de Polîsê Exlaqê yê Îranê û navên hin berpirsên emnî yên wî welatî xiste nav lîsteya cezayan.

Roja 22ê Îlona 2022an jî Wezareta Gencîne ya Amerîkayê, navê Polîsê Exlaqê yê Îranê li lîsteya reş a cezayan zêde kir û paşê di 6ê Cotmeha 2022an de Waşingtonê heft berpirsên bilind ên hikûmeta Îranê ceza kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 601 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:10:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x