Bo avakirina navçeya aram li Sûriyê Trump pişta xwe bi Pêşmergeyên roj ve girêdide

Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump radigehîne ku welatê wan dê navçeyeke aram li Sûriyê ava bike.

31.01.2017, Sal - 10:29

Bo avakirina navçeya aram li Sûriyê Trump pişta xwe bi Pêşmergeyên roj ve girêdide
Nuçe Belav bike

Li gor hin çavkaniyan jî bo parastina herêmê Amerîka pişta xwe bi Pêşmergeyên roj ve girêdide, heman demê de şandeke ENKSê bo vê mijarê gotûbêj bike di meha Sibatê de dê serdana Amerîkayê bike. Çavdêreke siyasî jî siyaset kirina PYDê li rojavayê Kurdistanê wek xeletî li ser berjewendiyên gelê Kurdistanê li Sûriyê pênase dike û li gor wî rêveberiya Trump piştevaniya PYDê dike.

Berî naha Tirkiyê ragehand ku navçeya Ezaz, Cerablûs û Çobankoy wek navçeyên aram bo penaberên Sûriyê dê ava bike, di heftiya borî de jî serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê de got: ‘’Emê li Sûriyê navçeyeke aram ava bikin.’’

Li gor zanyariyên rojnamevanî Trump bo avakirina wê navçeyê pêngavên kiryarî avêtine û daxwaz li wezareta berevaniyê û wezareta derve ya Amerîkayê kiriye di heyama sê mehan de planeke bihêz bo vê derbarê de amade bikin.

Endamê ENKSê Kawa Ezîzî ji rojnameya Bas re aşkera kir, bo vê pirsê meha Sibatê de şandeyeke ENKSê dê serdana Amerîka bike û got: ‘’Di serdana me de babeta vegerandina hêzên Pêşmergeyên roj bo Kurdistana rojava û babeta ava kirina navçeyek aram li Sûriyê dê bê gotûbêj kirin.’’

Herwaha got: ‘’Naha Amerîka rahênanê bi 10 hezar çekdar û Pêşmergeyên roj dike û di heyameke nêzîk de ew Pêşmergene vegerin bo Kurdistana rojava û erkê parastina vê navçeya aram ji wan re bê dayîn.’’

Kawa Ezîzî got, ava kirina vê navçeyê pir bi sûd dibe ji kurdan re, eger hemû navçeyên Kurdistanê bigre navxwe, li gel wê jî her dabeşiyek bo Sûriyê yan hebûna navçeyeke dijî firîn ango gera balefiran û aram bo kurdan başe, ji ber dê rejîma Sûriyê lewaz bike.

Ezîzî got: ‘’Ew şandeya ENKSê ya biçe Amerîkayê li ser wê pirsê dê gotûbêj bike li gel rêveberiya Amerîkayê, ji ber divê bo avakirina navçeya aram Kurdistan neyê dabeş kirin û parçe kirin û hemû Kurdistanê li xwe bigre, yan jî bi awayekî be ku di berjewendiyê gelê Kurdistanê de be.’’

Nûnerê ENKSê ragehand, qasê ku zanyariyên wan heye, ew navçeya aram a Amerîka behs dike û dixwaze ava bike dê li Ezaz, Cerablûs û Çobankoy li xwe bigre.

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, rejîma Sûriyê navçeya aram li Sûriyê red dike û ji ber vê jî PYD jî vê yekê red dike û got: ‘’PYD berjewendiyên rejîmê li navçeyê diparêze û tişta ku ji rejîmê re başbe wê diparêze û tişta ku rejîma Sûriyê red bike, ew jî li dijî radiwestin, ji ber vê jî pişta xwe dane berjewendiyên gelê Kurdistanê.’’

Herwaha rêvebereke ENKSê jî ku nexwast navê xwe bide ji rojnameya Bas re ragehand, bo avakirina navçeya aram li Sûriyê li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dê gotûbêj bên kirin.

Heman demê de li gor zanyariyên bi destê Bas ketine, ji aliyê rêveberiya ew partiyên siyasî yên Kurdistana rojava de hene ku diyar dikin, Amerîka pir rêz li rola qehremaniya hêzên Pêşmerge û Pêşmergeyên roj digre, ji ber li Zumar, Rebîe, Şingal û Başîkê berevaniyeke baş kirine, herwaha li hember grubên terorîst ên DAIŞê serkeftinên mezin bidest xistine. Ji ber vê jî di operasyona rizgarkirina Reqa de jî dixwaze rolê serekî bide Pêşmergeyên roj.

Serokê berê yên konseya netewî ya Sûriyê Ebdulbasît Seyda daxuyaniyek taybet da rojnameye Bas û got: ‘’Siyaseta Trump li Sûriyê dê bê gohertin û dibe ku ji aliyê bejayî de hêzên Amerîkayê pir çalaktir bin, ez dikarim bibêjim di heyameke kêm de leşkerên Amerîka zêdetirbin li Sûriyê ku dijî DAIŞê şer bikin.’’

Herwaha got: ‘’Washington ji aliyê stratejîk ve li gel serokê herêma Kurdistanê kar dike. herwaha Pêşmergeyên Kurdistana rojava jî dê vegerînin û roleke baş jî wê ji wan re bê dayîn. Bi taybet bo parastina wê navçeya aram. Ez dixwazim bibêjim jî Trump tişta ku li Sûriyê pêgeha wî bihêz bike, li gel Barzanî û Tirkiyê bihevre pêngavan dê bavêje û kar bike.’’

Herwaha got, pirsgirêka kurd li rojava li gel Sûriyê ji sala 1960ê ve heye, lê PKK û PYD 4 sale hatine Kurdistana rojava û dixwazin li ser hesaba kurd stratejiya xwe pêkbînin, ji ber vê jî hebûna PKKê û PYDê demkî ne û berdewam nabe li rojava.

Ji aliyê xwe ve çavdêrê siyasî Xelef Xefûr ji Bas re ragehand, Amerîka dixwaze bi ava kirina navçeya aram ve fişareke zêdetir li ser Beşar Esad pêkbîne û got: ‘’Eger PYD siyaseteke rast birêve bibe û hinek ji Esad dûrbikeve û xwe li Amerîka, Tirkiye û hikûmeta herêma Kurdistanê re nêzîk bike, wê demê di avakirina navçeya aram de ezmûna kurdî bi sûd û destkevt derbike.’’

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1053 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:08:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x