CENTCOM: Êrîş li ser baregehên me yên li Rojavayê Kurdistanê nehatiye kirin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ji Kurdistan24ê re ragihand, ti êrîşek li ser baregehên wan ên li navçeya Şedadê ya Rojavayê Kurdistanê û Dêrezora Sûriyê nehatiye kirin.

15.08.2023, Sal - 15:42

CENTCOM: Êrîş li ser baregehên me yên li Rojavayê Kurdistanê nehatiye kirin
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 15ê Tebaxa 2023an, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di bersiva pirsyareke Kurdistan24ê de li ser egera êrîşa serbazî û teqînê li baregehên wan ên li navçeya Şedadê ya ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û kêlgeha Konîko ya li sînorê parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê, ragihand ku ne êrîşa mûşekî û ne jî teqîn li baregehên wan rûnedane di roja 12ê vê mehê de.

Ev di demekê de ye ku roja Şemiyê 12ê Tebaxa 2023an, îdiaya êrîşa bi rêya mûşekan li dijî baregehên serbazî yên Amerîkayê li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê belav bûbû.

Rojnameya El Weten a Sûrî belav kiribû, Amerîka karwanekî nû yê serbazî bi rêya deriyê neyasayî yê El Welîdê ve biriye nav axa Sûriyê û diyar kiribû "karwan 20 otomobîlên barhilgir li xwe digre ku alavên lojîstîk û sindoqên girtî û blokên çîmentoyê hilgirtine, piştre ber bi baregeha xwe li Hesekê çûne".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 392 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:13:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x