Daxuyaniya Pentagonê li ser PKKê û Şingalê!

Pentagonê ragihand, piştgiriya helwesta Iraqê bo derketina PKKê ji Şingalê dike.

06.01.2017, Cum - 07:08

Daxuyaniya Pentagonê li ser PKKê û Şingalê!
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku ew piştgirî li daxwaziya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya derbarê derketina hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Şingalê de dikin.

Peter Cook tekez kir, ku helweta Amerîkayê derbarê PKK de neguheriye û li gorî Washingtonê, PKKê hêj di lîsteya rêxistinên terorîstî de ye.

Cook got: “Hêj PKK li cem hikûmeta welatê xwe weke rêxistineke terorîst tê naskirin. Serokwezîr Ebadî li şûna hemû xelkê Iraqê qise kiriye. Weke tu dizanî, PKK li cem Amerîkayê rêxistineke terorîstî ye û em di vê bareyê de piştgirî li serokwezîr Ebadî dikin.”

Berdevkê Pentagonê herwiha da xuyakirin, ku hebûna PKKê li Şingalê cihê nîgeraniyê ye û got: “Bêguman ev yek ji bo me cihê nîgeraniyê ye.”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêştir roja 3ê Çileya 2017ê di konfranseke rojnamevanî de bersiva pirsyareke torda medyaya ya Rûdawê ya li ser helwesta Bexdayê li hember hebûna hêzên PKKê li Şingalê dabû û gotibû: “Em rê nadin axa Iraqê bo êrişkirina ser cîranên me were bikarbirin û em alîkariya ti aliyekê nakin bo êrişkirina ser Tirkiyê.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:50:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x