Di rêvebiriya Trump de qelşa duyemîn

Philip Bildenê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ew wekî namzedê Sekreteriya Donanmeyê nîşanda bû ji namzediyê vekişiya.

27.02.2017, Pts - 02:48

Di rêvebiriya Trump de qelşa duyemîn
Nuçe Belav bike

Philip Bildenê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ew wekî namzedê Sekreteriya Donanmeyê nîşanda bû ji namzediyê vekişiya.

Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Philip Bilden ji namzediyê vekişiyaye.

James Mattis di daxuyaniya xwe de got: "Ev biryareke şexsî ku nikare xwe ji têkiliyên kar û metirsiyên veşartî bigre ye. Her çiqas xeyalşikestî jî bibûm ez fêhm dikim û rêzê ji biryara wî re digirim. Ez dizanim ku wê bi awayekî din piştgiriya gelê me bike. Di rojên pêş de ji bo avakirin û sazkirina artêşa me ez ê navekî din pêşkeşî Serok Trump bikim."

Wekişandina Philip Bilden ji namzediya Sekreteriya Donanmayê wekî qelşa duyemîn tê şîrovekirin.

Meha borî Andrew Pudzerê ku Trump ew wekî namzede Wezîrê Xebatê nîşan dabû ji namzediyê vekişiya bû. Li gorî daxuyaniya Pudzer piştî ku bi malbat û hevalê xwe re îstîşare dike vê biryarê digire. Herwiha li gorî hinek berpirsyaran jî ji bo ku Pudzer zanibû wê li senatoyê piştgiriya pêwist negire vekişiyaye.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1807 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x