Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr li Berlîna paytexta Almanyayê li gel Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nûlîfer Koç hevdîtinek pêk anî.
Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Elî Bapîr, di civînê de behsa rewşa siyasî ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.
Hate gotin, ku Elî Bapîr ragihandiye: “Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şer kirin û têkşikandina DAIŞ\'ê sûd ji hêzên pêşmerge wergirt. Paşî di danûstandinên siyasî de weke pêwîst reftar û hesabên Kurdan nekirin.”
Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê herwiha ragihandiye: “Tirsa min ew e, ku Amerîka heman tiştî li gel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî li Rojavayê Kurdistanê dubare bike.”
Her wiha wekê ku di daxuyaniyê de amaje pê hatiye kirin, di hevdîtinê de aliyan behsa pêwîstiya yekdengiya Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê kirine.